Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Der barê erdhejên li Stenbolê da hemû yekîneyên dewleta me di teyakûzê da na"

- "Me di çarçoveya mesaiya xwe ya ku demildest piştî erdhejê dest pê kir da kêliyek berê li Midûriya Afetê ya Bajêr a Stenbolê ya AFADê civîneke berfireh kir"

İrem Demir  | 23.04.2025 - Rojanekırın : 23.04.2025
Serokomar Erdogan: "Der barê erdhejên li Stenbolê da hemû yekîneyên dewleta me di teyakûzê da na"

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku di çarçoveya mesaiya xwe ya ku demildest piştî erdhejê dest pê kir da li Midûriya Afetê ya Bajêr a Stenbolê ya AFADê civîneke berfireh kirin û got ku "Me di civîna kordînasyonê da agahiyên herî rojane hildan, pêngavên ku tesîra erdhejê daxînin asta herî kêm hatine avêtin û dê bên avêtin nirxand. Ji bo pêvajoya li pêş me telîmatên hewce dan."

Serokomar Erdogan di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da got ku ji hemû welatiyên me yên ku erdheja bi mezinahiya 6,2yan a ku îro li Behra Marmarayê çêbû û li Stenbol û bajarên hawirdor hat hîskirin ra "derbasî be."

Erdogan di parvekirina xwe da ev gotin:

"Me di çarçoveya mesaiya xwe ya ku demildest piştî erdhejê dest pê kir da kêliyek berê li Midûriya Afetê ya Bajêr a Stenbolê ya AFADê civîneke berfireh kir. Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Murat Kurum, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Osman Aşkin Bak, Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu, Waliyê Stenbolê Davut Gul û burokratên me yên eleqedar di civînê da amade bûn. Me di civîna kordînasyonê da agahiyên herî rojane hildan, pêngavên ku tesîra erdhejê daxînin asta herî kêm hatine avêtin û dê bên avêtin nirxand. Ji bo pêvajoya li pêş me telîmatên hewce dan. Di encama fealiyetên me yên lêgerîn û xilaskirinê yên ku ji nîvro va dikin da me li bajarên me yên ku erdhej lê hat hîskirin elhamdulîlah rewşeke bipirsgirêk nedît."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ji ber erdhejê tu kes nemir û got ku "Bila welatiyên me dilrehet bin. Em ê ji niha pê va jî wek dewlet bi hemû yekîneyên xwe va 7/24 di teyakûzê da bimînin, xebata xwe ya ji bo gelê xwe bidomînin. Ez dîsa dibêjim ku bila ji hemû birayên me ra 'derbasî be'. Rebbê min bila welat û gelê me ji her cure musîbet, afet, qeza û belayê biparêze."

- Serokomar Erdogan ji navenda qeyranê ya AFADê ya li Stenbolê der barê erdhejê da brîfîng hilda

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li navenda qeyranê ya ku li Midûriya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Bajêr a Stenbolê (AFAD) hat avakirin der barê erdhejê da brîfîng hilda.

Serokomar Erdogan piştî erdheja bi mezinahiya 6,2yan a ku li Behra Marmarayê peravên Sîlîvriyê çêbû hat Stenbolê.

Serokomar Erdogan piştî civîna biqasî saetekî ji wir veqetiya.

Di ziyareta wî da Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk û Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun jî pê ra bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın