Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Em biryardar in ku Sedsala Tirkiyeyê di heman demê da bikin sedsala veberhênanê"

Gökçe Karaköse  | 28.09.2024 - Rojanekırın : 28.09.2024
Serokomar Erdogan: "Em biryardar in ku Sedsala Tirkiyeyê di heman demê da bikin sedsala veberhênanê"

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Em biryardar in ku Sedsala Tirkiyeyê di heman demê da bikin sedsala veberhênanê."

Erdogan li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê di Civîna 10emîn ya Konseya Şêwra Veberhênanê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got, "Welatê me îro bûye destînasyoneke pêşeng ku veberhênanên rasterast yên navneteweyî berê xwe didinê."

Erdogan destnîşan kir wê ji niha pê da jî bi hişê hevpar pirsgirêkên xwe çareser bikin û pakêtên reformê yên nû bidin destpêkirin.

Serokomar Erdogan got ku em biryardar in ku Sedsala Tirkiyeyê di heman demê da bikin sedsala veberhênanê.

Erdogan diyar kir di 21 salên dawîn da pêşketina wan salane ji sedî 5,4 çêbûye û got ku em gorî parîteya hêza kirînê derketin rêza 11an.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di îstixdama sektora taybet da para veberdêrên navneteweyî derketiye ji sedî 8,8an û wiha got, "Di 15 salên dawîn da îxracata ku li Tirkiyeyê hat kirin bi qasî ji sedî 31ê ji hêla şirketên bi sermayeya navneteweyî va hat kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.