Serokomar Erdogan: "Em dijî zaliman derketin, me li ba mezlûman cî girt û li aliyê rast ê dîrokê cî girt"
Serokomar Erdogan got ku "Em dijî zaliman derketin, me li ba mezlûman cî girt û li aliyê rast ê dîrokê cî girt. Bila gelê min bizanibe ku di mijarên din da jî wext dê me mafdar derxîne."
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em dijî zaliman derketin, me li ba mezlûman cî girt û li aliyê rast ê dîrokê cî girt. Bila gelê min bizanibe ku di mijarên din da jî wext dê me mafdar derxîne."
Serokomar Erdogan li Hêwana Werzişê ya Girtî ya Artukluyê di Kongreya Bajêr a 8emîn a Mêrdînê ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan bal kişand kesên ku ji terorê sûd werdigirin tu carî nexwestin ku teror xilas bibe û wiha axivî: "Yên ku şûna gel xwe dispêrin çekan tu carî nexwestin ku siyaseta sivîl xurt bibe. Me destûr neda ku rêxistina dabeşkar derfetên demokrasiyê bi kar bîne û li bajarên me û şaredariyên me rûnê. Em misamahayî nêrîna 'Tu were hilbijartin lê em ê ji Qendîlê şaredariyê bi rê va bibin' nakin. Ji kesên ku îradeya gel teslîmê komîserên rêxistinê dike jî şehremînî dernakeve."
Serokomar Erdogan got ku "Li tu derê dinyayê li aliyekê şaredarên ku gel hilbijartiye li aliyê din jî kesên nediyar ên ku rêxistina terorê tayînî şaredariyan kiriye, tune."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku dijî zaliman derketin, li ba mezlûman cî girtin û li aliyê rast ê dîrokê cî girtin û ev gotin: "Me gelê Sûriyeyê ya ku ji xeynî komek welatan hemû dinyayê pişta xwe lê zivirand tu carî tenê nehişt. Bila gelê min bizanibe ku di mijarên din da jî wext dê me mafdar derxîne"
Serokomar Erdogan got ku "Ji ser hilweşîna rejima Baasê du hefte derbas bûn. Heta îro ji CHPyê tu daxuyaniyeke bi mantiq nehat. CHP ji şoka di şevekî da windakirina dostên xwe yên li Şamê derneket."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.