Serokomar Erdogan: "Em pir nêzik bûne ku di pergala cîhanî da bigihêjin cihê ku em heq dikin"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got: "Dema ku em geşedanên li dinyayê dinêhêrin, em dibînin ku paceyeke dîrokî li ber Tirkiyeyê vedibe. Em pir nêzik bûne ku di pergala cîhanî da bigihêjin cihê ku em heq dikin."
Serokomar Erdogan beşdarî "Merasima Destpêkirina Xizmetê ya TURKSAT 6Ayê" ya ku li Qada Golbaşiyê ya TURKSATê hat lidarxistin bû û li wir axivî.
Erdogan anî ziman ku TURKSAT 6A xebateke xwemalî û neteweyî ye û wiha dewam kir: "Bi saya TURKSAT 6Ayê ya ku me ji sedî 80ê zêdetir rêjeya xwemalî va bi pêş xist, Tirkiye bû yek ji 11 welatên ku dikarin peyka xwe ya ragihandinê bi xwe çêbikin. Peyka me ya nû ya ragihandinê berhema xebateke hûr, giran û zehmet a 20 salan e ku li gorî armanca me ya hilberîna teknolojiya navxweyî û neteweyî ye."
Serokomar Erdogan got TURKSAT 6A xebateke wek şoreşê ye û wiha axivî: "Bi vê projeya wek şoreşê va em bûn xwedî platformeke peyka ragihandinê ya xwemalî û neteweyî. Bi tetbîqkirina TURKSAT 6Ayê va nifûsa peykên me yên ku li tevahiya dinyayê wê ji 3,5 milyarî bigîhêje 5 milyaran. Bi destkeftiyên hatin bidesxistin va, ji bo avakirina şirketeke fezayê ya neteweyî û çêkirina marqeya me ya peyka neteweyî me firsendeke girîng bi dest xist."
Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye gelekî nêzîk bûye ku di pergala cîhanî da bigihêje cihê ku heq dike û wiha got: "Dema ku em geşedanên li dinyayê dinêhêrin, em dibînin ku paceyeke dîrokî li ber Tirkiyeyê vedibe. Em pir nêzik bûne ku di pergala cîhanî da bigihêjin cihê ku em heq dikin."
Serokomar Erdogan mixalefetê jî rexne kir û wiha axivî: "Çiqas hewl didin bila bidin, dîsa jî nikarin rewşeke alozî û tevliheviyê ya ku dixwazin, ava bikin. Balafirgeha ku (Balafirgeha Stenbolê) mixalefetê digot 'balafir nikarin li wir dakevin', niha bi 3 balafir di heman demê da datînin û radibin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.