Serokomar Erdogan: "Em temînata ewlekariya Kurdan in"
TBMM
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Em li Sûriyeyê herwekî pêkhateyên din, ji bo xwîşk û birayên xwe yên Kurd jî şopîner û alîgirê çareseriya hemî pirsan in, Em temînata ewlekariya Kurdan in."
Erdogan duh di axaftina xwe ya di Civîna Koma AK Partiyê ya TBMMyê da derbarê biratiya Tirk-Kurdan da peyamên giring dan.
Erdogan bal kişand ser rewşa li Sûriyeyê û wiha peyivî, "Hûn çi bikin jî hûn ê nikaribin bi pifkirina xwe şoreşa Sûriyeyê bitemirînin. Hûn ê nikaribin di nava welatê me da tevliheviyê derxin. Hûnê nikaribin biratiya Tirkiye-Sûriyeyê û Tirk-Kurd-Ereban xera bikin. Hûn ê nikaribin dînamîdê bikin binê îradeya me ya pêkvejiyanê. Em mînanî Rojavayiyan li dewleta cînarê xwe nanihêrin ku koka biratiya me bi sedan salan e û sînorê me 911 kîlomêtro ye. Em weke hemû derdorên li Sûriyeyê çareserkirina hemû meseleyên xwîşk û birayên xwe yên Kurd jî diparêzin û dişopînin û temînata ewlehiya Kurdan in."
- "Em temînata ewlekariya Kurdan in"
Serokomar Erdogan diyar kir YPGya rêxistina terorê ya ku dest daniye ser çavkaniyên tebiî yên Sûriyeyê, heger xwe fesix neke û çekan danayne, wê ji aqûbeta xerab ya nêzîk dibe xilas nebe û wiha axivî, "Bila her kes destê xwe ji herêmê vekişîne. Em ê bi xwîşk û birayên xwe yên Sûriyeyî ra di demeke kin da serê DEAŞ û YPGyê û hemû rêxistinên terorê bipelçiqînin. Di serî da Îsraîl, divê hêzên êrîşkar yên êrîşî axa Sûriyeyê dikin dev ji tevgerên xwe yên êrîşkar berdin. Ev nebe wê encam ji bo her kesî neyînî be. Li Sûriyeyê niha tengasiya herî mezin YPGya rêxistina terorê ye ku ji sê paran pareke axa welêt dagir kiriye."
Erdogan wiha pê da çû:
"Me ferman da hevalên xwe ku xebatên ji bo çêkirina binemayê ji fesixkirina rêxistina terorê ya cihêxwaz ra, bi baldarî û firealî biajon. Kes razî nîne û em razî nînin ku ev derfeta nehiştina terorê bi awayekî mayinde bê ji destberdan. Heke rêxistin guhê xwe ji vê bangê ra bigire, mehneyan bike, tişta ku jê tê hêvîkirin neke wê çaxê emê armanca xwe ya Tirkiyeya bê teror, bi hinek rêbazên din bînin cih."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.