Serokomar Erdogan: "Em ê di sala 2025an da bi 37 hezar xebatkarên nû va teşkîlata xwe ya tenduristiyê hê xurttir bikin"
"Em ê di nav sala 2025an da ji xeynî bijîşkan 37 hezar xebatkarên nû îstihdam bikin û teşkîlata xwe ya tenduristiyê hê xurttir bikin."

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em ê di nav sala 2025an da ji xeynî bijîşkan 37 hezar xebatkarên nû îstihdam bikin û teşkîlata xwe ya tenduristiyê hê xurttir bikin."
Serokomar Erdogan ji ber Cejna Tibê ya 14ê Adarê li Nexweşxaneya Bajêr a Çam û Sakurayê ya Başakşehîrê di fitarê da bi xebatkarên tenduristiyê ra hat bal hev û di bernameyê da axivî.
Serokomar Erdogan bal kişand ku 25 nexweşxaneyên bajêr ên bi tevahî 37 hezar û 367 nivîn lê ne ketin xizmetê, çêkirina 11 nexweşxaneyên bajêr ên bi tevahî 13 hezar û 950 nivînên wan hene didomin û got ku "(Nexweşxaneyên bajêr) Ev nexweşxaneyên ku mixalefeta li welatê me ji bo ku pêşî lê bigire bi her awayî hewl dan, bûn wesîle ku jiyana bi hezaran mirovên me bê xilaskirin"
Serokomar Erdogan got ku "Bi xizmetên tenduristiya li malê ku cara ewil heyama me da ketin xizmetê em îro xizmeta tenduristiyê dibin heta ber piyê 2 milyon û 753 mirovên xwe."
Serokomar Erdogan: destnîşan kir ku wekî her qadê di tenduristiyê da jî bi tu awayî şîdetê xweş nabînin û got ku "Di vê mijarê da prensîba me sifir tolerans e"
Serokomar Erdogan got ku "Em ê di nav sala 2025an da ji xeynî bijîşkan 37 hezar xebatkarên nû îstihdam bikin û teşkîlata xwe ya tenduristiyê hê xurttir bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.