Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Em ê ji mesûlên şewata li Boluyê hesab bipirsin"

Zeynep Rakipoğlu  | 31.01.2025 - Rojanekırın : 31.01.2025
Serokomar Erdogan: "Em ê ji mesûlên şewata li Boluyê hesab bipirsin"

Istanbul

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê şewata otêla li Kartalkayayê da wiha got, "Em ê bi ber kesî nekevin û berpisyarî, kêmasî, şaşî, îhmal û qisûra kê tê da hebe ji wan hesab bipirsin."

Erdogan li Salona Sporê ya Antalya di Kongreya Asayî ya 8an ya Antalyayê da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir ku hilbijartina borî li duh maye û wiha axivî, "Niha divê em ji bo îro gotinên nû bikin û ji bo serkeftinên di rojên pêş da jî ji niha va xwe amade bikin."

Erdogan destnîşan kir ku di sala 2024an da di warê turîzmê da ji hedefa xwe jî derbastir kirine û got ku hejmara turîstên hatine 62,3 milyon e û qezenca ji turîzmê jî 61,1 milyar dolar e.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser şewata otêla li Kartalkayayê û wiha peyivî, "Ji bo trajediyên mîna bobleta li Bolu Kartalkayayê neqewimin ku 78 canên me mirin, em ê her cure gavên hewce dikin, biavêjin. Heger di warê mewzuatê da pirgirêk hebe em ê bi alîkariya Meclisê çareser bikin. Em ê bi ber kesî nekevin û berpisyarî, kêmasî, şaşî, îhmal û qisûra kê tê da hebe ji wan hesab bipirsin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın