Polîtîka

Serokomar Erdogan: Ew rojên ku bi çoyê terorê siyaset dihat dîzaynkirin êdî li paş me mane

Selma Kasap  | 25.08.2024 - Rojanekırın : 25.08.2024
Serokomar Erdogan: Ew rojên ku bi çoyê terorê siyaset dihat dîzaynkirin êdî li paş  me mane

Ankara

Serokomar Erdogan: "Ew roj êdî di paş da mane ku bi çoyê terorê siyaset dihat dîzaynkirin, civak dihat kerrkirin, ji welatê me ra îstiqamet dihat destnîşankirin"

"Provokatorê ji zimanê wî kîn û nefret diherike yê di Meclisa Milet da heqaretî gel û îradeya gel kir ku ji destê wan bihata dê hewariyê demokrasiyê îlan bikirana

 "(Mixalefet) Bi salan hewl dan bi rêya dorhêlê dersê bidin me, niha xezîneya dorhêlê ya herî nadîde ya Stenbolê pêşkêşî giregirên pereyan dikin"

 "Tirkiyeya berê êdî bi temamî di paş da maye. Ew roj êdî di paş da mane ku însanên me ji ber nijad, bawerî û zimanê xwe cudaxwazî lê dihat kirin"

"Ew roj êdî di paş da mane ku bi çoyê terorê siyaset dihat dîzaynkirin, civak dihat kerrkirin, ji welatê me ra îstiqamet dihat destnîşankirin"

"Li Çiyayê Gabarê yê heta duh jî hêlîna terorê bû, îro em yek ji rezervên herî mezin ên petrola welatê me derdixin"

 "Siya tarî ya terorê her ku ji parêzgehên me yên rojhilat û başûrê rojhilatê vedikişe, potansiyela bajarên me yên bi salan e bêkêr mane derdikeve holê"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın