Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Ey Konseya Ewlehiyê ya NYyê, hûn ji bo ku pêşî li komkujiya li Xezeyê bigirin hê li benda çi ne?"

- "Ez bangî welatên ku Filistînê nas nakin dikim û wan dawet dikim ku di vê heyama krîtîk da aliyê rast ê dîrokî cî bigirin û demildest dewleta Filistînê nas bikin"

Koray Taşdemir, Mehmet Yusuf Melikoğlu  | 24.09.2024 - Rojanekırın : 26.09.2024
Serokomar Erdogan: "Ey Konseya Ewlehiyê ya NYyê, hûn ji bo ku pêşî li komkujiya li Xezeyê bigirin hê li benda çi ne?"

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Ez bangî welatên din ên ku Filistînê nas nakin dikim û wan dawet dikim ku di vê heyama krîtîk da aliyê rast ê dîrokî cî bigirin û demildest dewleta Filistînê nas bikin."

Erdogan li Lijneya Giştî ya 79emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) axivî.

Serokomar Erdogan got ku di encama têkoşînên mezin da nûnerê Filistîna dost û bira di nav welatên endam da dîtin û ji ber vê yekê kêfxweş in û "wiha axivî: "Ez bangî welatên din ên ku Filistînê nas nakin dikim û wan dawet dikim ku di vê heyama krîtîk da aliyê rast ê dîrokî cî bigirin û demildest dewleta Filistînê nas bikin."

Erdogan got ku bi avakirina Neteweyên Yekbûyî hêviyên der barê îstiqrara navneteweyî, aramî û edaletê da ji nû va şîn bûn, hêviyên aştiyê ji nê va şîn bûn û ev got: "Lêbelê Neteweyên Yekbûyî di salên dawîn da bicîanîna mîsyona avakirina xwe da kêm dimîne, her ku diçe dibe wekî pêkhateyeke bêkêr, destgiran û bikêrnehatî. Hewcehiya me bi nirxên li şîara "Dinya ji Pêncan Mezintir e' van rojan bêtir heye."

Serokomar Erdogan got şahidiya wê yekê dkin ku aştiya navneteweyî û ewlehiyê nikarin bihêlin hêviya kêfa 5 welatên biîmtiyaz û ev got:

"Xeze di encama êrîşên Îsraîlê da bû wek goristana herî mezin a zarok û jinan a dinyayê. Ey saziyên çapemeniyê yên navneteweyî, rojnamevanên ku Îsrîalê di weşana zindî da qetil kirin, raserî ofîsên wan kir gelo hempîşeyên we nînin? Ey Konseya Ewlehiyê ya NYyê, hûn ji bo ku pêşî li komkujiya li Xezeyê bigirin, ji vê zilm û hovîtiyê ra bibêjin 'raweste' hê li benda çi ne?Hûn ji bo rawestandina şebekeya qetlîamê ya ku ji bo îqbala xwe ya siyasî hemû herêmê kaş dike nav şer hê li benda çi ne?"

Serokomar Erdogan bal kişand ku birêvebiriya Îsraîlê mafên mirovan ên bingehîn tune dihesibîne û dijî gelekî paqijiya etnîk, komkujiyeke berbibçav dike û axa wan dagir dike û got ku "Çawa ku 70 sal berê Hîtler bi îtifaqa mirovahiyê hat rawestandin Netanyahu û şebekeya wî ya cinayetê jî divê bi îtifaqa mirovahiyê bên rawestandin. Avakirina dewleteke Filistînê ya serbixwe, desthilatdar û ji hêla coxrafî va yek e û paytextê wî Qudsa Rojhialt e êdî bêtir divê neyê paşxistin."

Serokomar Erdogan got ku "Em çawa ku dijî wê yekê ne ku misilman tenê ji ber baweriya xwe hedef bên girtin di heman demê da jî dijî antîsemîtîzmê ne."

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da li ser şerê Rûsya-Ukrayranyê jî sekinî û ev gotin:

"Şerê li Ukraynayê sala xw eya sêyemîn temam kir lê em hê jî ji tesîskirina aştiyê dûr in. Pêşbaziya çekdarbûnê çiqas zêde dibe qada dîplomasiyê tengtir dibe. Em ê dîsa di vê pêvajoyê (şerê Rûsya-Ukrayna) da Peymana Geliyan a Montroyê bi hûrbijêrî tetbîq bikin. "

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku "Ez îro car din bangî civaka navneteweyî dikim ku Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur nas bikin, peywendiyên dîplomatîk, siyasî û aborî deynin." û axaftina xwe wiha domand:

"Wekheviya serdest û statuyên navneteweyî yên wekhev ên ku mafê destkeftî yên Tirkên Qibrîsê ne divê ji nû va bên tescîlkirin û êdî dawî li tecrîtê bê. Em ji bo parastina azadî ê mafên bingehîn ên Tirkên Uyxur ên ku bi wan ra peywendiyên me yên dîrokî, çandî û beşerî hene bi Çînê ra di nav diyalogeke nêz da ne."

Serokomar Erdogan got ku "Wekî biryara pêşnûmayê ya ku di 15ê adara 2024an da hat qebûlkirin pêş dibîne em li bendê ne demek nêz da li NYyê "Nûnerê Taybet a Têkoşîna Dijî Îslamofobiyê" bê tayînkirin."

Serokomar Erdogan got ku "Mijara bêzayendkirinê êdî ji tercîhekî zêdetir êdî diguhere lêferzkirineke navneteweyî, şereke bi temamî dijî pîrozwerî û fitratê."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.