Serokomar Erdogan: "Hemû armanca me ew e ku em temamiya 85 milyonî di hedefa xwe ya Sedsala Tirkiyeyê da bigihînin hev"
Serokomar Erdogan got ku "Hemû armanca me ew e ku em bi manîfestoya biratiya ya bi rihê Melezgirtê ya 1071 û Sirûda Îstiqlalê zelal bûye di hedefa Tirkiyeya Sedsala Tirkiyeyê da temamiya 85 milyonî bigihînin hev."

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Hemû armanca me ew e ku em bi manîfestoya biratiya ya bi rihê Melezgirtê ya 1071 û Sirûda Îstiqlalê zelal bûye di hedefa Tirkiyeya Sedsala Tirkiyeyê da temamiya 85 milyonî bigihînin hev."
Serokomar Erdogan di Fitara Îradeya Neteweyî ya 9emîn a ku Platforma Îradeya Neteweyî li Bakirkoyê li otêlekî li dar xist da axivî.
Serokomar Erdogan bal kişand ku tevgerên populer ên li civakê fesadê derdixînin biqasî berê eleqeyê nabînin û got ku "Em bertekên li hemû dinyayê dijî musîbeta LGBTyê zêde dibin wekî îşareta vê dibînin. "
Serokomar Erdogan got ku "Tirkiye kengî îtirazî pozîsyona ku ji bo wê guncav hatiye dîtin bike hin mîhraqên qirêj ên koka wan li derva Tirkiyeyê dixin hedef."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku hemû armanca wan ew e ku bi manîfestoya biratiya ya bi rihê Melezgirtê ya 1071 û Sirûda Îstiqlalê zelal bûye di hedefa Tirkiyeya Sedsala Tirkiyeyê da temamiya 85 milyonî bigihînin hev." û got ku "Hefteyek e ji bo ku gendeliyê bincil bikin, diziyê veşêrin, şêlanê bincil bikin, sextekariyê biparêzin her tişt kirin. Bi hinceta lêgerîna mafan dest bi provokasyoneke ku tu eleqeya wê bi demokrasî û rêyên lêgerîna mafan a meşrû ra tune, kirin. Pêr destpêkeke nû ya li me jî texmîn nedikir hat vekirin. Me herî dawîn dît ku ewqas kontrola xwe winda kirine ku lavayê li Rojava dikin.Ji derpêşkirina rêxistinên çep ên marjînal heta xwe li pişt ciwanan veşartinê, heta bêedebiya hember mizgeftên me yên mîrateya ecdadan her cure kepazetî hat nîşandan. Em bi bêfonksiyoneliya eqilê ya ewqas mezin ra rû bi rê ne ku serokê giştî yê partiyeke ku bi damezrandina Komarê pesnê xwe dide derdikeve, daxwaza mandateriya siyasî dike."
Serokomar Erdogan got ku "Serokê Giştî yê CHPyê ji saziyeke çapemeniyê ya biyanî ya ku ji ber weşanên xwe yên durû yên di komkujiya Xezeyê da îtibara xwe winda kiriye bi şermokî alîkariyê dixwaze." û axaftina xwe wiha domand: "Ev zat şerim nake ku welatê xwe giliyê biyaniyan bike. Nayê bîra wî ku pirsa 'Ez partiya xwe û xwe çima dixim vê rewşê?' li xwe bikin. Malbatên me bila destûr nedin ku komeke şêlankerên şaredariyê yên ku partiya mixalefeta sereke dîl girtiye jiyana ewladên wan tarî bike. Yekîneyên me yên ewlehiyê dê midaxeleyî kesên ku rûyê xwe digirin, êrîşî polêsan dikin, dibin museletê mirovên me yên karê xwe da bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.