Serokomar Erdogan: Her kesê dizane ku îstiqrara Sûriyeyê tê meneya îstiqrara herêmê divê piştgiriyê bide pêvajoyê
- Serokomar Erdogan got ku "Em li bendê ne ku her kesê dizane ku îstiqrara Sûriyeyê tê meneya îstiqrara herêmê divê piştgiriyê bide vê pêvajoyê, em vê jî ji dil dixwazin"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em li bendê ne ku her kesê dizane ku îstiqrara Sûriyeyê tê meneya îstiqrara herêmê divê piştgiriyê bide vê pêvajoyê, em vê jî ji dil dixwazin."
Serokomar Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê bi Serokwezîrê Libnanê Necîb Miqatî ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û di civînê da axivî.
Serokomar Erdogan got ku "Ji bo ku Îsraîl aigrbestê herfiyen bi cî bîne û zirara ku li Libnanê bûye sedem tezmîn bike divê pêkûtiya civaka navneteweyî dewam bike. Ewlehiya Libnanê ji îstiqrara herêmê cuda nayê nirxandin. Heta ku li Xezeyê agirbest û aştiya mayînde jî pêk neyê herêma me nagihije aramiyê."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye dijî êrîşkariya Îsraîlê bi hemû derfetên xwe va li pişt Libnanê sekiniye, alîkariyên xwe yên mirovî domandiye û got ku "Em ê piştgiriyên xwe yên ji bo yekîtiya gelê Libnanê û aştiya navxweyî bidomînin. Em dijî her cure teşebûsan in ku îstiqrara Libnanê hedef digirin."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ku li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got ku "Tirkiye di vê pêvajoyê da wekî ku ji destpêka îxtilafê vir va dike dê li ba gelê Sûriyeyê bisekine, her cure piştgiriya hewce dike bide. Li Sûriyeyê êdî heyameke nû dest pê kiriye. Em wek du cîranên girîng ên Sûriyeyê di mijara ku divê bi (Libnanê ra) hev ra hevpar tevbigerin da li hev dikin."
Erdogan destnîşankir li bendê ne ku her kesê dizane ku îstiqrara Sûriyeyê tê meneya îstiqrara herêmê divê piştgiriyê bide vê pêvajoyê, ew vê jî ji dil dixwazin û got ku "Ez wisa bawer dikim gelê Sûriyeyê dê bi feraset û basîreta xwe va vê pêvajoyê bi rûspîtî bi rê va bibe. Wek Tirkiye û Libnan hedefa me ew e ku em Sûriyeyê rakin ser piyan."
Serokwezîrê Libnanê Miqatî: jî got ku "Di seranserê dîroka ku Libnan tê ra derbas bûye da di her heyama dijwar û zehmet da Tirkiye bûye piştgirê Libnanê."
- Serokomar Erdogan bi merasima fermî pêşwazî li Miqatiyê Serokwezîrê Libnanê kir
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi merasima fermî pêşwazî li Necîb Miqatiyê Serokwezîrê Libnanê yê ku hat Tirkiyeyê kir.
Siwariyan li kolana li ber Kuliyeya Serokomariyê pêşwazî li wesayîta meqamê ya Miqatî kirin û heta ber deriyê protokolê pê ra çûn.
Serokomar Erdogan li ber deriyê daketinû yê kuliyeyê pêşwazî li Miqatî kir. Piştî ku Erdogan û Miqatî hatin cihê xwe yê li qada merasimê bandoyê sirûdên neteweyî yên herdu welatan lê xist. Di merasimê da esker û alayên ku 16 dewletên Tirkan ên di dîrokê da hatine damezrandin temsîl dikin cî girtin, 21 caran top hat avêtin.
Miqatî ji Qiteya Merasimyê ya Alaya Mihafizan ra got "Merheba esker" û silav da wan. Erdogan û Miqatî heyetên xwe bi hevdu dan nasîn.
Serokomar Erdogan û Miqatî li ser pêlekanan li ber alayên Tirkiye û Libnanê destê hev şidandin û poz dan rojnamevanan.
Erdogan û Miqatî derbasî hevdîtina rûbirû û hedvîtina di navbera heyetan da bûn û piştî hevdîtinan dê civîna çapemeniyê li dar bixin. Serokomar Erdogan ji bo Miqatî dê şîvê bide.
Di merasimê da Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Murat Kurum, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Tebiî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Çand û Turîzmê Nurî Ersoy, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun, Serşêwirmendê Ewlehî û Polîtîkaya Derva yê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç û Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn jî amade bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.