Serokomar Erdogan: "Ji ber zilma li erdnîgariya me ya dil, me vê Remezanê jî nexweş derbas kir"
"Bi taybetî nijadkujiya ku li Xezeyê diqewime bi dîmenên dilê her kesê ku pariyek wijdan, exlaq û feraseta wan heye diêşîne û her tim digihêje qonaxeke girantir"

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi minasebeta Eyda Remezanê peyamek weşand.
Serokomar Erdogan daxuyand ku ji ber zilm, qetlîam û êşên ku li cihên cuda ên erdnîgariya dil ev Remezan jî nexweş derbas bû û wiha dewam kir: "Bi taybetî nijadkujiya ku li Xezeyê diqewime bi dîmenên dilê her kesê ku pariyek wijdan, exlaq û feraseta wan heye diêşîne û her tim digihêje qonaxeke girantir. Em wek Tirkiye helwesta xwe ya li hemberî vê hovîtiyê bi zelalî tînin ziman û bi alîkariyên xwe va hewl didin birînên xwîşk û birayên xwe bipêçin."
Erdogan ji dil û can Eyda Remezanê ya gel pîroz kir û got ew bila ji aştî, biratî, aramî û biratiyê ra bibe wesîle û wiha dewam kir: "Şikir ji Xwedê ra ku me bi tenduristî gîhand Eyda Remezanê."
- "Niha dor hatiye ku rêxistin bê hincet guh bide bangê"
Erdogan bal kişand ser gava "Tirkiyeya bê Teror" û wiha got: "Bi heman awayî xebatên me yên ku me li gorî nexşerêya xwe ya "Tirkiyeya Bê Teror" da destpêkirin, dewam dikin. Dewleta me bang kir û ya ku dikeve li ser milê xwe bi cî anî. Niha dor hatiye rêxistinê ku ew bê hincet guh bide vê bangê. Di vî warî da jî em ne xwedî dem û toleranseke bêsînor in. Em li bendê ne ku rêxistin bêyî ku egle bibe, xwe fesih bike û bi temamî dev ji çekan berde. Dînamîkên me yên cîhanî, herêmî û navxweyî ji her demê zêdetir niha guncavtir e ku pêvajo bi serkeftî encam bide. Heke em hemû bi hev ra bikaribin vê yekê pêk bînin, înşallah em ê welatê xwe ji muasîbeteke bixwînî û zehmet ya 40 salî bi tevahî xelas bikin."