Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Rojên ku ji ser terora kolanan ji siyaset û edaletê ra îstiqametek dihat xêzkirin di paşerojê da ma"

- "Rojên ku ji ser terora kolanan ji siyaset û edaletê ra îstiqametek dihat xêzkirin bi Tirkiyeya berê ra bi temamî di paşerojê da ma"

Ekip  | 23.03.2025 - Rojanekırın : 23.03.2025
Serokomar Erdogan: "Rojên ku ji ser terora kolanan ji siyaset û edaletê ra îstiqametek dihat xêzkirin di paşerojê da ma"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Rojên ku ji ser terora kolanan ji siyaset û edaletê ra îstiqametek dihat xêzkirin bi Tirkiyeya berê ra bi temamî di paşerojê da ma."

Serokomar Erdogan di bernameya Fitarê ya bi Teşkîlata Stenbolê ya AK Partiyê ya ku li otêleke li Bakirkoyê hat lidarxistin da axivî.

Serokomar Erdogan got ku "(Li Xezeyê) Yek ji kesên ku di mijara mafên mirovan û azadiyan da dersê didin dinyayê ji bo bi namerdane kuştina zarokên di dergûşê da bertek nîşan nade. Em wek Tirkiye ji bo ku agirbest ji nû va bê tesîskirin û dawî li qetlîaman bû trafîka dîplomasiyp ya piralî didomînin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku mixalefet çi dike bila bike dê tu carî dev ji eqlê selimî, sebir û sikûnetê bernedin û got ku "Şaredariyên me dê ligel gendelî, neheqiyan cî negirin şaredariyên me dê bizanin ka heq, heqîqet, helal û heram çi ye û li gor wê xizmetê gelê xwe bike. Ev 4 roj in ji bo ku hizûra gel birevînin, mirovên me bendbendî bikin her tiştê dikin. Îro saziyên weşan û çapemeniyê jî bi awayekî eşkere tehdîd kirin û îfşa kirin ka derûniyeta wan çawa ye."

Serokomar Erdogan bal kişand ku şebekeyên berjewendiyê yên ku ji şaredariya xwe xwedî dikin heta qirikê CHPyê xistine nav qirêjahî, jeng, herî, gendelî, neheqiyê û axaftina xwe wiha domand:

"Gelê me wekî seranserê 14 salan dîsa neket lîstika CHPyê ya ji bo ku agirê li Sûriyeyê bînin welatê me, bi provokasyonan nexapa. CHP partiyeke wisa nîne ku daxwazên hilbijêrên xwe bîne Meclisê, guheriye cîhazeke ku komeke şêlankerên şaredariyan ên çavên wan li perê ye paqij dike. Ji vir da û wir da deste deste pere, dolar, euro derdikevin, behsa talaneke bi sedan milyar lireyî tê kirin."

Serokomar Erdogan got ku "Sextekariya dîplomayê ya ku heqê bi sedan ciwanî hatiye xwarin jî di nav da gelek kirêtiyên ku ji sînorên eqil, wijdan û exlaqê derbas dibin derdikevin holê. Ev hemû kirêtiyên ku belav bûn ne tenê me û gelê me kesên xwedan wijdan ên di nav CHPyê da jî aciz dike. Serokê Giştî yê CHPyê Ozel) Nikare derkeve pêşberî gel û bibêje ku sextekarî, dizî, gendelî, bêazînî, bertîl tune. CHP heta ku ji van talankarên ku wekî laflafokeke bi jehr lê pêçaye paqij nebe nikare ku îtibara xwe ya siyasî jî nasnameya partiya siyasî jî dîsa bi dest bixe."

Serokomar Erdogan bal kişand rojên ku ji ser terora kolanan ji siyaset û edaletê ra îstiqametek dihat xêzkirin bi Tirkiyeya berê ra bi temamî di paşerojê da ma û ev gotin:

"Heke cesareta we hebe bihêlin bila demokrasî bişixule, bila hiqûq bişixule. Bihêlin bila mehkeme bêyî di bin tu pêkûtiyê da bimîne ser navê gelê Tirk biryarê bide. Li Tirkiyeyê tu kes dervayî qada hiqûqê da nîne. Li Tirkiyeyê komeke bi îmtiyaz a ku azadiya wan a sûckirinê heye tune, dê tunebe."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.