Polîtîka

Serokomar Erdogan: Şaxên me yên darazê dê ji kesên bûn sedem ku 78 canên me bimirin yek bi yek hesabê bipirsin

Serokomar Erdogan: "Şaxên me yên darazê dê ji kesên bûn sedem ku 78 canên me bimirin, yek bi yek hesabê bipirsin."

Ekip  | 25.01.2025 - Rojanekırın : 26.01.2025
Serokomar Erdogan: Şaxên me yên darazê dê ji kesên bûn sedem ku 78 canên me bimirin yek bi yek hesabê bipirsin

Ankara

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got ku "Şaxên me yên darazê dê ji kesên bûn sedem ku 78 canên me bimirin, yek bi yek hesabê bipirsin."

Serokomar Erdogan di Kongreya Bajêr a Asayî ya 8emîn a Eskîşehîrê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan der barê şewata otela li Kartalkayayê da destnîşan kir ku daraz bi awayekî ku tu şik û guman nemîne bûyer ji hemû aliyan va bê ronîkirin di nav hewldaneke mezin da ye û wiha axivî:

"Ji bo kesên ku vê êşê bi gelê ma da jiyandin li ber hiqûqê hesabê bidin ya hewce dike bêtawîz tê bicîanîn. Şaxên me yên darazê dê ji kesên bûn sedem ku 78 canên me bimirin, yek bi yek hesabê bipirsin."

Serokomar Erdogan bal kişand rast nabînin ku trajediyeke wiha (şewata otela li Kartalkyayê) di nav siyasetmedaran da bibe amûrê pevçûnê, şereke ji empatiyê dûr.

Serokomar Erdogan her wiha di axaftina xwe da got ku "Me çawa ku seranserê 15 mehan birayên xwe yên Filistînî bernedabe em ê berî Remezana bimbarek jî hemû derfetên xwe seferber bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.