Polîtîka

Serokomar Erdogan: Sûcdarekî li Filistînê komkujî kiriye dikare di bin banê NYyê da cî bigire, ev şermek e

Mümin Altaş  | 27.09.2024 - Rojanekırın : 27.09.2024
Serokomar Erdogan: Sûcdarekî li Filistînê komkujî kiriye dikare di bin banê NYyê da cî bigire, ev şermek e

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê beşdarbûna Lijneya Giştî ya 79emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrî Îsraîlê da got ku "Sûcdarekî ku li Filistînê komkujî kiriye dikare di bin banê Neteweyên Yekbûyî da cî bigire, birastî jî ev şermek e."

Erdogan di ziyareta xwe ya Amerîkayê da li Turkeviyê daxuyanî da rojnamevanan û pirsên wan berisvand.

- Beşdariya Lijneya Giştî ya NYyê ya Netanyahu

Serokomar Erdogan li ser pirsa "Di heyameke ku ji salvegera 7ê cotmehê ra demeke gelekî kêm maye da li NYyê pêngaveke berbiçav a ku dê Îsraîlê rawestîne nehatiye avêtin, di asta serokan da îtirazek derneketiye, gelo hûn vê çawa dinirxînin? Îsraîl li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî tê darizandin lê Netanyahu tê vir. Tê payîn ku beşdarî Lijneya Giştî bibe û biaxive. Hûn vê nankokiyê çawa şîrove dikin?" ev gotin:

"Sûcdarekî ku li Filistînê komkujî kiriye dikare di bin banê Neteweyên Yekbûyî da cî bigire, birastî jî ev şerm û rûreşiyek e. Ev îxaneta dijî dergûş, zarok, dê, bav, peywirdarên ewlehiyê, rojnamevan û çendî mirovên din ên ku hovana hatine qetilkirin e. Heke we bala xwe dabe tevgerên delegasyona Îsraîlê yên piştî axaftina me ya li Lijneya Giştî ya NYyê, di nav tevgerên gelek ecêb da bûn. Ji ber ku di nav rewşeke xwe biparêzin da nînin. Sekna wan jixwe vê dide nîşan. Lewra me bangî her kesê kir ku li aliyê rast ê dîrokî bisekinin û em bang dikin. Pergaleke ku nikare mezlûm û zalimê, qatil û maqtulê ji hev qetîne jixwe xira bûye. Lijneya Giştî ya NYyê yan hember wî qetîlê (Netanyahu) ew çi heq dike dê wisa tevdigere yan jî ev rewş wekî rûreşiyek dê bikeve dîroka NYyê."

- Pêkhateya NYyê

Serokomar Erdogan li ser pirsa "We gotibû ku divê NY reformê bike, pêkhateya xwe biguherîne. Di 20 salên derbas bûn da car din derket holê ku Neteweyên Yekbûyî nikare edalet û aştiya dinyayê tesîs bike. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?" got ku "NY di pozîyoneke wisa da ye ku nikare pozîsyona xwe ya pêşîlêgirtina şer bi cî bîne, gotinên xwe bibe serî, peywirdarên xwe bixwe jî biparîze û ji Îsraîla ku wan dikuje hesabê bipirse."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku gelek peywirdarên NYyê niha di qetlîamên Îsraîlê da hatin kuştin û got ku "Neteweyên Yekbûyî guheriye pêkhateyeke ku notirvaniya pergaleke ku ya hêzdar mafdar e dike û bêkêr bûye. Serokomar Erdogan got ku halê hazir pênc endamên Konseya Ewlehiyê ya NYyê çi dixwazin bêrehmane dikin."

- Êrîşa Îsraîlê ya dijî Libnanê

Serokomar Erdogan pirsa der barê êrîşa Îsraîlê ya dijî Libnanê da ev gotin:

"Dîmeneke gelekî bêrehm heye. Her kes zarok û zêç bi xizangan herêmê vala dikin. Birastî jî gelekî canê me diûşe. Herêma me bi tabloyeke evqas bêrehm ra rû bi rû maye. Em ji bo Libnan ji nû va bê ser xwe dê derfetan pêk bînin, em ê bifikirin ka çawa dikerin vegerînin eslê wî. Hêviya me ew e ku Libnan demildest ji vê travmayê xilas bibe.

- Hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê ya wekî "Melûm e ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê da di têkiliyan da hin pirsgirêk hene. Bi taybetî piştgiriya wan a ji bo rêxistina terorê bênavber dewam dike. Di vê mijarê da serok diguherîn lêbelê helwestên dijî mitefîqiyê naguherîn. Hemûyan jî hêviyên me şikandin. Gelo hêviya we ji encama hilbijartinê çi ye?" ev gotin:

"Hêviya min ew e ku yê bê ê berê neyne bîra mirov. Ji ber ku li Amerîkayê pirsgirêka F-35an tenê di heyama Donald Trump da tunebû. Hemûyan jî hêviyên me şikandin. Em ê dipêvajoya nû da bibînin ka ev dê dewam bike yan na. (Bernameya F35an) Milyarek û 450 milyon pereyê divê ji wan bistînin heye. Em ê niha ji bo tehsîlkirina vê pereyê divê ji wan bistînin dê pêngavên xwe biavêjin. Em ê têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê li gor vê dîsa binirxînin. Dê li gor wê pêngavan biavêjin. Hêviya me ew e ku encam bi xêr be.

Erdogan li ser pirseke der barê gelo dê Tirkiye bibe endamê BRICS û ASEANê yan na da got ku "Em ji ber ku welatê NATOyê ne nikarin peywendiya xwe ya bi alema Tirkan û Îslamê ra qut bikin. BRICS û ASEAN ji bo pêşxistina hevkariyên me yên aborî firsendan dihewînin. Berî her tiştê li BRICS û ASEANê cî girtina me li vir xuyabûna me wisa bawer dikim ku dê arîtmetîka herêma biguherîne. Yên dibêjin ku (Nekevin nav BRICS yan jî pêkhateyeke din) û yên ku çendî sal in me li ber deriyê YEya ku çendî sal e em hewl didin bikevinê dihêlin heman in. Em nikarin li wan binêrin û dahatûya xwe diyar bikin."

- Makezagona nû

Serokomar Erdogan pirsên der barê makezagona nû da jî wiha bersivand:

"Em bêyî mijarê di nav 4 madeyên ewil da asê bikin divê ser pirsa 'Em divê makezagoneke çawa çêkin?'bisekin. Tu pirsgirêka me bi 4 madeyên ewil ra tune. (Makezagona nû) MHPyê amadehiyên xwe kirin. Me kir. Em ê van amadehiyan bikin yek û rêya xwe da dewam bikin. Baweriya min pê heye ku em ê makezagoneke xûrt çêkin.

- "Me pêvajoya dezenflasyona mayînde da destpêkirin"

Serokomar Erdohan li ser pirsa der barê zêdebêna notên saziyên aboriyê yên ji bo bernameya aboriyê ya ku Tirkiye ji hezîrana 2023yan vir va tetbîq dike da ev gotin:

"Em di aboriyê da heyamên dijwar li pey xwe dihêlin. Niha mijara me ya sereke enflasyon e. Em di aboriyê da êdî heyamên dijwar li pey xwe dihêlin. Êdî ji me zêdetir saziyên navneteweyî serkeftina bernameya ku em tetbîq dikin, dibînin. Me enflasyon hilda bin kontrolê, pêvajoya dezenflasyonê ya mayînde da destpêkirin. Em di enflasyonê da paşketineke saxlem dibînin, ev dê zêdetir dewam bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.