Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Îsraîlê nekarî îradeya berxwedana xwîşk û birayên me yên Xezeyî bişikîne"

Mümin Altaş  | 18.01.2025 - Rojanekırın : 18.01.2025
Serokomar Erdogan: "Îsraîlê nekarî îradeya berxwedana xwîşk û birayên me yên Xezeyî bişikîne"

Ankara

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Îsraîlê digel komkujî û qetlîamên ku 467 roj in didomîne nekarî îradeya berxwedana xwîşk û birayên me yên Xezeyî bişikîne."

Erdogan li Salona Sporê ya Serînevlerê di Kongreya Asayî ya 8an ya Edeneyê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan der barê dagera Sûriyeyiyan da wiha got, "Em ji xwîşk û birayên xwe yên ku bi dilê xwe dixwazin dagerin welatê xwe ra dibin alîkar, lê em zorê jî nadin ser kesî."

Erdogan diyar kir projeya ku Sûriyeyê bikin 3 beş û weke loqên biçûk daqurtînin têk çûye.

Serokomar Erdogan diyar kir Îsraîlê digel komkujî û qetlîamên ku 467 roj in didomîne nekarî îradeya berxwedana Xezeyiyan bişikîne û wiha axivî, "Em baş dizanin ku Îsraîl, bi taybetî jî Netanyahu di warê binpêkirina agirbestê da sicîla wî xerab e. Divê em îcar destûrê nedin. (Filistîn) Ji bo ji kesên ku sûcên şer û miraviyê dikin yek bi yek hesab bê pirsîn em têkoşîna xwe hê zêde dikin."

Erdogan di berdewamiyê da got, "Înşellah di dema agirbestê da jî ji bo birînên li Xezeyê bên pêçan em ê hemû derfetên xwe seferber bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın