Wezîr Hakan Fîdan: "DEAŞ çawa ku ji pergalê derket, PKK jî wê wisa ji pergalê derkeve"

Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got: "(Li Sûriyeyê) Çawa ku DEAŞ ji pergalê derket, PKK jî wê ji pergalê derkeve. An wê bi daxwaza xwe di nav aştî û aramiyê da derkeve, an jî wê bi awayekî din derkeve."
Wezîr Fîdan li Dohaya paytextê Qeterê bi Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derva Mihemed bîn Ebdurehman Al Sanî ra civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Fîdan got Tirkiye tu hewldaneke ku armanca wê xerakirina yekitîya axa Sûriyeyê an jî serweriya wê qebûl nake û anî ziman her hewldana wê destûrê bide ku ji dervayî desthilata navendî ya li Sûriyeyê komên din çekan hilgirin jî nayê qebûlkirin.
Wezîr Fîdan destnîşan kir Enqere dixwaze bîbîne ku li Sûriyeyê makezagon û rêvebiriyeke ji bo hemû komên li welêt derfetên wekhev peyda dike bê amadekirin û di vî warî da gavên erênî bên avêtin.
Fîdan behsa rewşa dijwar a li welêt kir û got wan bi Qeter û welatên din ên herêmê ra hevdîtinan kiriye û ew li ser mijarên wekî pêşketin, aborî û mueyîdeyan da axivîne ku di van mijaran da çi dikare bê kirin wan nîqaş kiriye.
Wezîr Fîdan got ew ê li dijî komên ku dixwazin ji rewşa Sûriyeyê sûd werbigirin, hin armancên xwe bi dest bixin û zirarê bidin yekitîya ax û serweriya Sûriyeyê bisekinin.
Fîdan wiha axivî: "Em li bendê ne ku peymana di navbera YPG û rêveberiya Sûriyeyê da ya ku di mehên dawî da hat îmzekirin bikeve rewacê. Hesasiyeta me ya derbarê vê mijarê da eşkere ye."
Fîdan her wiha got tê çaverêkirin ku PKKya rêxistina terorê di demeke zûtir da bi awayekî erênî bersiva banga ku hatiye kirin bide, dev ji çekan berde û li ber rewşa normal a li herêmê nebe astengî.
Wezîr Fîdan got li herêmê bi salan li dijî şer, alozî, dagirkerî, xwîn û rondikan têkoşîn hat dayîn û niha hewl tê dayîn ku pergaleke ewle, azad û rêzdar bê avakirin.
Fîdan anî ziman dem hatiye ku aktorên di destên wan da çek hene, yên ku rê û rêbazên berê yên terorê bi kar tînin û wê bibin belaya serê hikûmetên li herêmê ji bergalê derkevin û wiha got: "Çawa ku DEAŞ ji pergalê derket, PKK jî wê ji pergalê derkeve. An wê bi daxwaza xwe di nav aştî û aramiyê da derkeve, an jî wê bi awayekî din derkeve."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.