Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan daxuyanî da Asharq Newsê ya ku navenda wê Erebistana Siûdî ye

Tuğba Altun  | 27.01.2025 - Rojanekırın : 28.01.2025
Wezîrê Karên Derva Fîdan daxuyanî da Asharq Newsê ya ku navenda wê Erebistana Siûdî ye

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got: "Vê gavê pêdiviya me bi denklemeke wisa heye ku mehkûmên DEAŞê di girtîgehan da bihêle, YPGyê jî ji fealiyetên terorê bide poşmankirin û mafê Kurdan jî bide parastin."

Wezîr Fîdan der barê geşedanên herêmî û cîhanî da daxuyanî da televizyona Asharq Newsê ya ku navenda wê Erebistana Siûdî ye.

Fîdan got hêzên biyanî li herêmê zêde midaxaleyan dikin, hin welat ne ji bo berjewendiyên welatên xwe ji bo berjewendiyên welatên din dixebitin û xizmeta wan dikin û ev jî dibe sedem ku rewşên mîna li Sûriyeyê derkevin holê.

Wezîr Fîdan bal kişand ku di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de sînorekî 911 kîlomêtro heye û wiha got: "Sûriyeyî xwîşk û birayên me ne. Heke ev der (Sûriye) bi îstîqrar be, aboriya wê baş be û bi rêkûpêk be, ev ji bo me jî gelekî girîng e. Niha bi hewldanên Tirkiyeyê û hewldanên hevkarên me yên navneteweyî va em hêvîdar in ku rewşeke baş çêbibe."

Fîdan anî ziman ku heviya wan ji rêveberiya nû ya Sûriyeyê heye û wiha axivî: "Divê rêveberiya nû ya li Sûriyeyê êdî ji bo herêmê nebe tehdîd, divê tu carî rê nede terorê, bi taybetî jî DEAŞ û PKKyê. Divê miemeleyeke baş li kêmnetewên li welêt bike, hikûmeteke berfireh bê avakirin, yekîtiya axa welêt û serweriya siyasî bê parastin. Weke civaka navneteweyî û welatên herêmê li ser vê yekê me li hev kir û me van daxwazên xwe ji rêveberiya Sûriyeyê ra ragihand. Ya ku em ji Sûriyeyê hêvî dikin ev e. Ya rast, ya ku me ji rejima berê hêvî dikir jî ev bû."

Der barê destpêkirina wezîfeyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump da jî Fîdan got ew ê têkiliyên xwe yên ji berê va tên bi rêvebiriya nû ra bidomînin û wiha dewam kir: "Bi Amerîkayê ra mijarên me yên bipirsgirêk hene. Di serî da jî polîtîkaya Amerîkayê ya li Sûriyeyê heye ku di dema Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama da vê yekê dest pê kir. Welatên wekî Amerîka, Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê ji destpêkê pê va piştgirî dan mixalefeta Sûriyeyê, lê Amerîkayê paşê got 'Ez ê piştgiriyê nedim mixalefetê, karê min wê bibe şerê li dijî DEAŞê û rewş guherî. Dema ku vê yekê kir, bi nezanî bû sedem ku gelek qeyranên jeopolîtîk çêbibin. Dema ku vê yekê kir rêxistineke terorê ya din hilbijart. PKK/PYDyê hilda ku ew li dijî DEAŞê şer bike, wê ji bo ku mehkûmên DEAŞê di girtîgehê da bihêlin bi kar bîne. Me ji Amerîkayê ra got ev şaş e, em dikarin vê yekê bi awayekî din jî bikin. Ev yek ji bo ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê xetereyeke mezin e û hûn jî dizanin."

Wezîr Fîdan got Amerîka PKKyê wek rêxistineke terorê bi nav dike û bi salan e ji bo serê rêvebirên PKKyê 5 milyon dolar xelat daniye û wiha got: "Ligel ku rastiyeke wiha li holê heye, tiştekî ecêb e ku hûn bi şaxê PKKyê ra li Sûriyeyê karekî wiha dikin, ev ne elametê xêrê ye. Obama gotibû ev rewşeke berwext e. Paşê Trump hat. Trump xwest vê rewşê ji holê rake, çend caran bi dilsozî xwest. Lê hin hêzên di rêveberiya wê demê da li hemberî vê li ber xwe dan."

Fîdan daxuyand ku rêvebiriya nû ya li Sûriyeyê ji bo danîna çekan çawa ku bangî komên çekdar ên din kir, her wisa bangî PKK/YPGyê jî kir û wiha axivî: "Hêviya me ji vê derê ew e ku hemû komên neteweyan; Kurd, Tirk, Êzdî, Mesîhî, Ereb, Sunî, Şiî, Elewî û Nusayrî hem çanda xwe bijîn û hem jî wekî welatiyên wekhev di nava civata Sûriyeyê da cihê xwe bigirin. Em pergaleke bi vî rengî dixwazin. Vêga rêvebiriya nû jî dixwaze vê yekê bike. Di vê pergalê da nayê qebûlkirin ku YPG bêje ez çekan danaynim. Ev vê gavê ji bo Sûriyeyê pirsgirêk e."

Wezîr Fîdan got serkirdeyê PKK/YPGya rêxistina terorê yê li Sûriyeyê Ferhat Ebdî Şahînê bi kodnavê Mezlûm Ebdî (Kobanî) derdixin pêşiya raya giştî ya navneteweyî û wiha dewam kir: "Ev zilam di eslê xwe da rêvebirê bineşaxeke PKKyê ye. Li Sûriyeyê rêvebirên PKKyê yên ser vî ra hene. Sabrî Ok heye, Fehman Huseyîn heye. Yek li mijarên siyasî dinihêre, yek li mijarên eskerî dinihêre, rêvebirên PKKyê ne. Ne mumkun e ku Ferhat Ebdî Şahîn bêyî destûra van biryarekê bide, gav bavêje. Ji ber vê yekê nayê qebûlkirin ku li Sûriyeyê di heyama nû da rêxistineke terorê bi vî rengî fealiyetê bike."

Fîdan bal kişand ku Amerîkayê ev rêxistina terorê "ji bo gardiyaniya mehkûmên DEAŞî îstihdam kiriye" û wiha dewam kir:

"Vê gavê pêdiviya me bi denklemeke wisa heye ku mehkûmên DEAŞî di girtîgehan da bihêle, YPGyê jî ji fealiyetên terorê bide poşmankirin û mafê Kurdan jî bide parastin. Em vê denklemê dizanin. Çi ye ev denklem? Di vê denklemê da ya yekemîn YPG wê çekên xwe dayne, rêvebiriya nû ya li Şamê wê demildest rêvebiriya girtîgeh û kampan dewr hilde. Heke hewce bike wekî Tirkiye di vê mijarê da em seba piştgiriyê amade ne, em û welatên din, tu pirsgirêk tuneye. Jixwe pêşaniya Amerîkayê ew e ku mehkûmên DEAŞê dernekevin derva. Divê ew were temînkirin. Ji bilî wê jî, divê komên çekdar êdî çekên xwe tesfiye bikin, lê komên nîjadên din jî mafên xwe yên çandî bi kar bînin. Çareserkirina vê pir hêsan e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.