Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan: "Têkiliyên me yên baş digel Hewlêrê hene"

Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got, "Nuha têkiliyên me yên baş digel Hewlêrê hene, erê. Cenabê Mesûd Barzanî bi rastî jî heta ji destê wî tê, hewl dide, çareseriyên erênî him ji bo pirsgirêkên herêmê û him jî yê Iraqê, bîne."
Fîdan li ser qenala televizyonê ya li Iraqê UTVê derbarê rojevê da daxuyanî dan.
Fîdan tekezî kir ku PKK rêxistina terorê ji bo Tirkiyeyê tehdîd e û di serî da li Şingalê gelek cih dagîr kiriye û got, "Bêguman niha ji bo hikûmeta Iraqê giring e ku hem ji bo ewlehiya xwe û hem jî ji bo ewlehiya herêmê hin tedbîran li dijî PKKê li pêş bixe."
- Ya ku ji Iraqê tê hêvîkirin ew e xwe ji PKKyê pak bike
Fîdan bal bo wê yekê kişand ku Serokomar Erdogan ji bo alîkariya Iraqê telîmat daye pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê, Wezareta Parastina Neteweyî û saziyên din ên ewlehiyê û wiha got:
"Lê ji aliyê din ve, helbet di vê qonaxa şerê li dijî terorê da li Iraqê, hêviya me ew e ku çawa ku Iraqê li dijî DEAŞê têkoşan da, heman têkoşanê li dijî PKKê jî bide. Ji ber vê pêdivê beriya her tiştî gav bê avêtin ku PKK di warê qanûnî da weke tehdîdekê bê pênasekirin. Em ji vê gelekî kêfxweş bibin. Em hêvîdar in li dijî PKKya ku him li herêma Kurdan û him jî li herêma Ereban dagîrker e, hikûmeta Iraqê û ez bawerim welatperwerên Iraqê ewê têkoşanê bidin. Çawa ku wan DEAŞ ji axa Iraqê paqij kirin, em hêvîdar in ewê ewladên Iraqî PKKê jî, vê rêxistina terorîst a ku bi gelek rêxistinên navneteweyî ra radibe û rûdine û diyar nîne bê fermanê ji kê distîne, paqij bikin."
- "Têkiliyên me yên baş digel Hewlêrê hene"
Nuha têkiliyên me yên baş digel Hewlêrê hene, erê. Cenabê Mesûd Barzanî bi rastî jî heta ji destê wî tê, hewl dide, çareseriyên erênî him ji bo pirsgirêkên herêmê û him jî yê Iraqê, bîne. Me ev yek bi wî re gelek caran jiyaye; Em dibînin ku ew niha çi di warê têkoşîna li dijî terorê de, çi di mijara enerjiyê de hewlên berbiçav didin. Hemû herêm dizane ku Rêzdar Nêçîrvan Barzanî çiqasî avaker û alîkar e. Bi gotineke din ew kes e ku bi rastî li rêyan digere ku pirsgirêkên herêmê bi awayekî avaker çareser bike. Rêzdar Mesrûr Barzanî wek serokwezîrê herêmê li ser wê yekê ye ku dibêje ka çawa ezê bikaribim pirsgirêkên jêrxanî û avahîsaziyê li herêma Kurdistanê çareser bikim. Wate her kes li cihê ku lê ye, bi xizmeta gel ra mijûl e. Niha dema em vê yekê dibînin em pê kêfxweş dibin. Ya ku em dixwazin ew e ku bila li wî cihî tu kes dijminatiya yekî din neke, herkes xizmetê bike. Wek hûn jî dizanin em ji bo Silêmaniyê heman tiştî nabêjin. Em hêvîdar in ku hevalên me yên YNKyî yên li Silêmaniyê mîna Hewlêrê xwe ji rêxistina terorê paqij bikin û derbasî zemînekê bibin ku tenê başiya gelê xwe bixwazin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.