Barcelona di Kupaya Super a Îspanyayê da derbasî fînalê bû

Istanbul
Tîma Barcelonayê di pêşbirka nîvfînalê ya Kupaya Super a Îspanyayê da tîma Athletic Bilbaoyê 2-0 têk bir û derbasî fînalê bû.
Pêşbirk li Stada Bajêr a Qral Abdullah a li Ciddeya bajarê Erebistana Siûdî hat lîstin.
Di deqîqeya 17emîn da Gavî û di deqîqeya 52emîn da jî Lamîne Yamal gol avêtin.
Tîma din a ku wê derkeve fînalê jî wê piştî pêşbirka Real Madrîd-Mallorcayê diyar bibe.