Spor

Bîlal Erdoganê Serokê Konfederasyona Etnosporê ya Dinyayê girîngiya aştiya herêmê destnîşan kir

- Serokê Konfederasyona Etnosporê ya Dinyayê Bîlal Erdogan: "Ez wisa bawer dikim ku heke em hemû bikarin bi hev ra di nav aştiyê da bixebitin ev teqez mimkûn e û pêkan e ku mirov bikare bi ser bikeve"

Fatih Erel  | 19.04.2025 - Rojanekırın : 19.04.2025
Bîlal Erdoganê Serokê Konfederasyona Etnosporê ya Dinyayê girîngiya aştiya herêmê destnîşan kir

Saint Petersburg City

Serokê Konfederasyona Etnosporê yê Dinyayê Bîlal Erdogan di Foruma Etnosporê ya 7emîn a li St. Petersburga bajarê Rûsyayê da axivî û girîngiya aştiya herêmê dfestnîşan kir û got ku "Ez wisa bawer dikim ku heke em hemû bikarin bi hev ra di nav aştiyê da bixebitin ev teqez mimkûn e û pêkan e ku mirov bikare bi ser bikeve."

Di foruma ku Ajansa Anadoluyê "Hevkarê Ragihandinê ya Global e" da bi mazûvantiya Wezîrê Werzişê yê Rûsyayê Mîkhaîl Degtyarev çalakiya şîvê hat lidarxistin û Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Osman Aşkin Bak û Serokê Konfederasyona Etnosporê yê Dinyayê Bîlal Erdogan jî beşdarî çalakiyê bûn.

Serokê Lijneya Birêvebiriyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê Serdar Karagoz jî di çalakiyê da cî girt.

Bîlal Erdogan di çalakiyê da axivî û got ku "Ez wisa bawer dikim ku heke em hemû bikarin bi hev ra di nav aştiyê da bixebitin ev teqez mimkûn e û pêkan e ku mirov bikare bi ser bikeve."

Mîkhaîl Dagtyarevê Wezîrê Werzişê yê Rûsyayê jî der barê li bajarê St. Petersbugrê lidarxistina forumê da got ku "Ji ber ku ji bo lidarxistina forumê St. Petersburgê hilbijartin ez spasiya Bîlal Erdogan dikim."

Ji hêla din va çalakî bi dansên herêmî, stranên Rûsan ên kevneşopî û nimayîşên hatin kirin va qediya.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.