Cotê Yusuf Dikeç-Şevval Îlayda Tarhan gihîştin şampiyontiya Ewropayê

Ankara
Cotê Yusuf Dikeç-Şevval Îlayda Tarhan ku di Şampiyonaya Çekên Hewayî ya Ewropayê da di kategoriya tîma têkel a demançeya hewayî ya 10 metre da ketin milmilaneyê, gihîştin şampiyontiya Ewropayê.
Werzişvanên neteweyî yên bi madalyaya olîmpiyatê xelatkirî Yusuf Dikeç-Şevval Îlayda Tarhan ên ku di organîzasyona li bajarê Osijekê yê Xirvatistanê, Tirkiye temsîl kirin, derketin fînalê.
Nîşandarên neteweyî di fînalê da cotê Çek Viktorie Sindlerova-Pavel Schejbal 16-14 têk bir û madalyaya zêrîn wergirt.