Spor

Li Kanyona Xinûsê ku bedewiya veşartî ya Erziromê ye tûra bisîklet, off-road û ATVyê hat kirin

Walî Mustafa Çiftçi: "Kanyon bi awayekî ye ku dikare xîtabî hem turîzma navxweyî û hem jî turîzma dereke bike. Vir mirov dikare bike proje. Projeya şaredarê me jî heye ku ev der li turîzma navxweyî û dereke were zêdekirin.

Faruk Küçük  | 19.11.2024 - Rojanekırın : 19.11.2024
Li Kanyona Xinûsê ku bedewiya veşartî ya Erziromê ye tûra bisîklet, off-road û ATVyê hat kirin

Erzurum

 Waliyê Erziromê Mustafa Çiftçi digel Kuluba Werzişên Xwezayî ya Macera Off-Road a Erziromê di kanyona li navçeya Xinûsê çalakiya meş û tûra bisîklet, off-road û ATVyê li dar xist.

Di çalakiyê da ya ji bo nasandina bedewiya veşartî ya herêmê hat lidarxistin, Walî Çiftçi bi siruşthezan ra rojeke pir bi macera derbas kir.

Siruşthezan li kanyonê meş li dar xistin û her wiha tûra bisîklet, off-road û ATVyê pêk anîn û bi dû ra jî Mizgefta Dereyê ya li deverê ziyaret kirin.

Walî Çiftçi ji rojnamegeran ra destnîşan kir ku wan bo Xinûsê geştek li dar xist ku 160 kîlometre li başûrê bajêr dimîne û bi kanyon û her wiha fasulye û kifteyê xwe va navdar e.

Çiftçi bal kişand ku ew tevî Kuluba Werzişên Xwezayî ya Macera Off-Road a Erziromê çalakiyên nasandina bajêr li dar dixin û wiha got:

"Di kanyonê da me 4 kîlometre çalakiya meşê li dar xist. Dirêjiya vê kanyonê bi tevahî 34 kîlometre ye. Mirov dikare vir li turîzmê zêde bike, cihekî pir xweş e. Kanyon bi awayekî ye ku dikare xîtabî hem turîzma navxweyî û hem jî turîzma dereke bike. Vir mirov dikare bike proje. Projeya şaredarê me jî heye ku ev der li turîzma navxweyî û dereke were zêdekirin. Wek walîtî em ê piştgiriya vê bikin."

Qaymeqamê Xinûsê Onur Bektaş, Midûrê Çand û Turîzmê yê Parêzgehê Ahmet Yer, Pispora Nasandina Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Canan Şimşek û endamên Kuluba Werzişên Xwezayî ya Macera Off-Road a Erziromê beşdarî tûra geştê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın