Spor

Maratona Stenbolê ya 46emîn dest pê kir

Hilmi Sever  | 03.11.2024 - Rojanekırın : 03.11.2024
Maratona Stenbolê ya 46emîn dest pê kir

Istanbul

 Maratona Stenbolê ya 46emîn a ku ji aliyê Spor Stenbolê û sponsoriya Bankaya Kar a Tirkiyeyê (Turkiye Îş Bankasi) va tê lidarxistin, dest pê kir.

Maratonê di saet 09.00î da li aliyê Anadoluyê bi qasî 250 mêtro beriya gîşeyên Pireya Şehîdên15ê Tîrmehê dest pê kir.

Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu, Alîkarê Waliyê Stenbolê Unal Kiliçarslan, Serokê Federasyona Atletîzmê ya Tirkiyeyê Ahmet Karadag, Serokê Komîteya Paralîmpîk a Neteweyî ya Tirkiyeyê Murat Aksu, Midûrê Giştî yê Xizmetên Sporê Velî Ozan Çakir, Midûrê Bajêr yê Ciwanî û Sporê Muhîttîn Ozbay, Midûrê Giştî yê Spor Stenbolê Renay Onur û Midûrê Giştî yê Bankaya Kar a Tirkiyeyê Hakan Aran bi hev ra işareta destpêkê ya maratonê dan.

Maratona ku unvana "Maratona tekane ya di navbera navparzemînan da ya dinyayê" hildaye û di kategoriya "Etîketa Zêrîn" a Yekîtiya Atletîzmê ya Dinyayê da cih digire, cara 46emîn e ku tê lidarxistin.

Werzişvan wê Pireya Şehîdên15ê Tîrmehê derbas bibin û herin aliyê Ewropayê. Piştî ku ew ji Kolana Barbarosê ya Beşîktaşê, Perava Karakoyê, Pireya Galatayê, Sîrkeciyê, Parka Gulhaneyê derbas bûn ew ê xwe bigîhînin Meydana Sultanahmetê û maratonê di navbera Mizgefta Sultanahmet û Dîkîlîtaşê da biqede.

Werzişvanên mêr û jin yên ku di maratonê da bibin yekemîn wê 45 hezar dolar, yên duyemîn 20 hezar dolar û yên sêyemîn jî wê 10 hezar dolar xelat bigirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.