Suleyman Atli li Gola Çildirê ya cemedgirtî rapêşiya sorf û cross motorê kir

Kars
Suleyman Atliyê şampiyonê Snowboardê yê Tirkiyeyê li gola Çildirê ya cemedgirtî bi texteya elektronîk va sorf û cross motora bi tekerê metal va rapêşî kir.
Gola Çildirê ya ku di navbera sînorên Qers û Erdexanê da dimîne û cemed girtiye mehên zivistanê mazûvantiya çalakiyên ji hev cuda dike.
Ji bo nasandina xweşikahiyên zivistanê yên herêmê bi hîmayeya Walîtiya Qersê û piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Serhatê (SERKA) xebat hat kirin.
Suleyman Atliyê şampiyonê Snowboardê yê Tirkiyeyê bi cross motora bi tekerê metal va ya ku bi taybetî hatiye dîzaynkirin va li ser rûyê golê yê bi berf û cemed rapêşî kir.
Atli paşê li hewza cemedê ya ku 300 mêtro dirêj, 2 metro fireh û 50 cm sitûr hat birîn performanseke balkêş nîşan da û bi texteya sorfê ya elektronîk va bi serkeftî parkur temam kir.