Werzişvanên xweşiqitandinê yên Bidlîsî di binê sifirê da 15 pileyan da antremanê dikin ku bibin şampiyon

Bitlis
Li Bidlîsê werzişvanên taxima revê ya xweşiqitandinê ji bo di pêşbirka ku wê li Erziromê çêbibe da bi ser bikevin û beşdarî şampiyoniya Tirkiyeyê bibin guh nadin sir û sermayê, antremanên xwe didomînin.
Werzişvanên Bidlîsî yên piştî berfa ku li bajêr barî û qalindahiya berfê gihîşt asteke têra xwe, antremanên xwe zêde kirin.
Werzişvan di bin çavdêriya Rahênerê Tîma Neteweyî ya Revê ya Xweşiqitandinê Celal Apak da li taxa dîrokî ya El-Aman Xanê ya ku germahiya hewayê lê di binê sifirê da daketiye 15 pileyî amadehiyên xwe didomînin.
Werzişvan li ser pista 2,5 kîlomêtro dirêj ya li bilindahiya 1600 mêtroyî dixebitin ku di pêşbirka ku wê di 14-15ê çileya paşîn da li Erziromê çêbibe da bi ser bikevin û beşdarî şampiyoniya Tirkiyeyê bibin.
Rahêner Celal Apak ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku qasî 55 werzişvan bi dîsîplîneke zêde li Tesîsa Xweşiqitandinê ya El-Aman Xanê amadehiyan dikin.
Apak wiha axivî: "Perwerdeya me baş dimeşe. Em ketin meha çileyê, lê berf hê jî baş nebariyaye. Dema ku qalindahiya berfê ji 30-40 santîmêtroyê derbas dibe, em antremanên xwe dikin. Ev werzişeke dijwar e, lê zarok jê hez dikin. Carna serma, mij û berf çêdibe, lê ev nikare rê li ber evîna me ya xweşiqitandinê bigire."
Apak anî ziman ku werzişvanê wan Arda Ertaş li Norveçê antrenmanan dike ku beşdarî turnuvayan bibe, ev jî ji bo Bidlîsê serbilindî ye û wiha dewam kir: "Em her sal herî kêm 2 an jî 3 werzişvanan dişînin tîma neteweyî. Ev di asta welêt da serkeftineke gelekî baş e."
Werzişvan Hayrunnîsa Akbalik û Arîf Gozeten jî daxuyandin ku hewa pir sar e, lê ew vê werzişê gelekî hez dikin û dixwazin beşdarî şampiyoniyan bibin û madalyayan qezenc bikin.