Spor

Werzişvanên xweşiqitandinê yên Mûşî guh nadin germê û perwerdeya xwe didomînin

İbrahim Yaldız  | 21.07.2024 - Rojanekırın : 22.07.2024
Werzişvanên xweşiqitandinê yên Mûşî guh nadin germê û perwerdeya xwe didomînin

Muş

 Li Mûşê werzişvanên xweşiqitandinê di bin germa havînê da amadekariyên xwe yên ji bo pêşbirkên şampiyoniyê yên ku zivistanê tên lidarxistin didomînin.

Werzişvanên xweşiqitandinê yên girêdayî Midûriyeta Ciwanî û Werzîşê ya Mûşê heta niha di pêşbirkan da gelek serkeftinan bi dest xistine.

Werzişvan guh nadin germê û di nav hefteyê da 5 rojan bi serkêşiya rahênerên xwe perwerdehiya xwe didomînin ku ji bo pêşbirkên zivistanê amade bin.

Midûrê Bajêr yê Ciwanî û Werzişê Mehmet Arif Taşdemir ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku wan di şaxên cuda da gelek werzişvan perwerde kiriye.

Taşdemir diyar kir ku werzişvanên ku her sal di pêşbirkan da serkeftinên girîng bi dest dixin havînê jî vala nasekinin û wiha got: "Îsal li Mûşê demsala xweşiqitandinê kurt bû. Dîsa jî me ew pêvajo baş bikar anî û 20 madalya wergirt. Di pêşbirkên xweşiqitandinê yên li bajarên cuda yên Tirkiyeyê tên lidarxistin da û di pêşbirkên Tirkiyeyê da me serkeftinan bi dest xist. Em bûn şampiyonên Tirkiyeyê."

Taşdemîr got ew bi 80 werzişvanên xwe ra li ser asfaltê perwerdehiya xwe didomînin û vala nasekinin.

Rahêner Suleyman Yildirim jî wiha axivî: "Werzişvanên me bi kîlometreyan direvin. Asfalta ku em lê perwerdeyê didin ji bo perwerdehiyê guncav e. Armanca me ew e ku em bibin şampiyonê Tirkiyeyê û zêdetir werzişvanan bişînin Tîma Neteweyî."

Werzişvan Esmanur Olcayê jî wiha got: "Ev salek e ez bi reva xweşiqitandinê dikim. Armanca min ew e ku ez bibim werzişvana neteweyî. Ji ber vê yekê em li vir dixebitin. Germeke zêde heye, lê dîsa jî em tên perwerdeyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın