Li Stenbolê ji ber berfe sibê dibistan hatin tetîlkirin

Istanbul
Li Stenbolê ji ber berf û cemeda ku tê texmînkirin ji bo sibê dibistan hatin tetîlkirin.
Meteorolojiyê li hemberî rewşên neyînî yên ji ber berfa ku tê texmînkirin dê ji bo 3 rojan li tevahiya Stenbolê bibare, hişyarî da.
Li gorî daxuyaniya Navenda Texmîn û Hişyariya Pêşwext a Herêma Stenbolê ya Midûriyeta Herêma 1em a Meteorolojiyê, tê payîn ku sibê ji berbangê û pê va li tevahiya parêzgehê berf bibare.
Tê texmînkirin, barîna berfê dê roja în û paşînê zêde û cih cihan bênavber be û her wiha dê heya roja yekşemê danê nîvro bidome.
Tê pêşbînîkirin ku qerm û cemedgirtin jî dê heya roja duşemê serê sibehê li tevahiya parêzgehê bi tesîr be.
Li hemberî rewşên neyînî yên wekî tengasiyên di veguhestinê da, qerm û cemedgirtin û her wiha bagerê divê mirov baldar û bi tedbîr be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.