3 terorîstên PKKyî yên ku ji stargehên li bakurê Iraqê reviyan teslîm bûn
![3 terorîstên PKKyî yên ku ji stargehên li bakurê Iraqê reviyan teslîm bûn](https://cdnuploads.aa.com.tr/uploads/Contents/2024/07/19/thumbs_b_c_801388ea55a4662dba734629d0340b0d.jpg?v=090313)
Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku 3 terorîstên PKKyî yên ku ji stargehên li bakurê Iraqê reviyan teslîm bûn.
Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya wezaretê da wiha hatin gotin:
"Di encama operasyonên me yên bi bandor û bi biryar da 3 terorîstên PKKyî yên ku ji sitargehên li bakurê Iraqê reviyan, teslîmî Qereqola me ya Sînor a Xabûrê bûn."