Tirkiye

AFADê ragihand ku li Hemaya Sûriyeyê 2 erdhejên bi mezinahiya 5,2 û 4,2yan çêbûn

Yıldız Nevin Kasım  | 16.08.2024 - Rojanekırın : 17.08.2024
AFADê ragihand ku li Hemaya Sûriyeyê 2 erdhejên bi mezinahiya 5,2 û 4,2yan çêbûn

Ankara

 Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) ragihand ku li Hemaya bajarê Sûriyeyê 3 deqîqe di navberan wan de li ser hev 2 erdhejên bi mezinahiya 5,2 û 4,2yan çêbûn.

Li gorî agahiya li ser malpera înternetê ya AFADê, di saet 13.15an da navend Hemaya bajarê Sûriyeyê, bi mezinahiya 5,2 erhejek hat tomarkirin. Hat tesbîtkirin ku erdhej bi qasî 119,90 kîlometroyan dûrî Defneya navçeya Hatayê çêbû.

Li gor agahiyan di saet 13.18an bi mezinahiya 4,2yan li Hemayê erdheja duyemîn hat tomarkirin. Ev erdhej jî bi qasî 107,25 kîlometroyan dûrî Altinozuya navçeya Hatayê çêbû.

Hat tesbîtkirin ku erdhejên navborî bi qasî 7,6 û 7,1 kîlometro di bin erdê da çêbûn.

Hejîn li Hatay û Gazîentabê jî hatin hîskirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın