Alîkariya mirovî ya ku Tirkiyeyê şandibû gihîşt Lubnanê
Istanbul
Balafira ku ji Tirkiyeyê alîkariya mirovî dibir Lubnanê gihîşt Balafirgeha Navneteweyî ya Rafiq Herîrî ya li paytext Beyrûtê.
Balafir ji aliyê Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Fîras Ebyad û Balyozê Tirkiyeyê yê li Beyrûtê Alî Bariş Ulusoy va hat pêşwazîkirin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Ebyad di daxuyaniya xwe da got, "Balafira alîkariyê ya Tirkiyeyê li dijî êrîşa hovane ya Îsraîlê peyama hevgirtinê dide gelê me."
Di balafira alîkariyê ya ku Tirkiyeyê şandiye da 30 ton kelûpelên alîkariya mirovî û yên tenduristiyê hene.