Apê Narîn Guranê yê ku der barê mirina wê da hatibû girtin, ji wezîfeyê hat dûrxistin
Diyarbakir
Li Diyarbekirê Mixtarê Taxa Tavşantepeyê Salîm Guranê ku di çarçoveya lêpirsîna mirina Narîn Gurana 8 salî da hatibû girtin, ji wezîfeyê hat dûrxistin.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der barê Narîn Gurana di 21ê Tebaxê da li Diyarbekirê winda bû û di 8ê Îlonê da cinazeyê wê di Çemê Egertutmazê da hat dîtin da lêpirsînê didomîne.
Li gor agahiyê, di çarçoveya lêpirsînê da Mixtarê Taxa Tavşantepeyê Salîm Guranê ku apê keçika biçûk e û di 2yê Îlonê da hatibû girtin, li ser biryara Lijneya Îdareya Navçeyê ya Qaymeqamtiya Baxlarê ji wezîfeya mixtariyê hat dûrxistin.
Şûna Guran ezayê yekem bi awayekî berwext hat wezîfedarkirin.
Hat diyarkirin dema der barê wî da biryara teqez bê dayîn, wê demê encam wê eşkere bibe ka ew dikare mixtariyê bike yan na.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.