Berdêla serjêkirina qurbanên biwekalet kifş bû
Serokê Diyanetê Ali Erbaş: "Di sala 2025an da berdêla qurbanên biwekalet, ji bo nava welêt weke 13 hezar û 500 û ji bo dervayî welêt jî weke 5 hezar û 450 lire destnîşan kirine"

Ankara
Serokê Diyanetê Ali Erbaş diyar kir, di sala 2025an da berdêla qurbanên biwekalet, ji bo nava welêt weke 13 hezar û 500 û ji bo dervayî welêt jî weke 5 hezar û 450 lire destnîşan kirine.
Erbaş li Hêwana Konferansê ya Serokatiyê, di çarçoveya Civîna Organîzasyona Serjêkirina Qurbanên Biwekalet ya sala 2025an da axivî.
Erbaş wiha got:
"Di çarçoveya Bernameya Qurbanên Biwekalet da, armanca me ew ku di serî da li 81 bajêr û 922 navçeyên me, li 365 herêmên 80 welatî qurban bên serjêkirin; herwiha ev qurban bo gelê mazlûm yê Filistînê bên şandin. Di sala 2025an da berdêla qurbanên biwekalet, ji bo nava welêt weke 13 hezar û 500 û ji bo dervayî welêt jî weke 5 hezar û 450 lire destnîşan kirine."
Kesên ku bixwazin, dikarin li ser navnîşana "www.tdv.org û bagis.tdv.org"ê, sepanên mobîl ên TDVyê, li şaxên miftîtiyê yên bajêr û navçeyan, li şaxên PTT û bankeyên bipeyman bexşandinê bikin. Erbaş ragihand ku welatiyên li derveyî welêt jî bi alîkariya mişavîriyên xizmeta dîn, koordînatorî û komeleyên mizgeftên li welat, dikarin wekaleta xwe bidin weqfê.