Bi tunela T-1ê ya ku hindik maye vebe va çûyîn û hatina Yuksekovayê wê hêsantir be
Hakkari
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji ber talûkeya hezaz, ketina zinaran û şepeyê li ser rêya Hekarî û Yuksekovayê tengasî dihat kişandin ku ev pirsgirêk bi saya Tunela T-1ê ya ku li ser rêya Yuksekova-Yenî Kopruyê hat avakirin wê çareser bibe, şofêr û rêwî wê êdî bi awayekî ewletir herin û bên.
Projeya Rêya Yuksekova-Yenî Kopruyê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Rêbejan a Wezareta Gîhandin û Binesaziyê va di sala 2019yan da hat destpêkirin.
Di vê çarçoveyê da xebatên 2 tunelên ku yek ji wan 3 hezar û 965 mêtro û ya din 4 hezar û 562 mêtro dirêj e, dewam dikin.
Ji bilî vê, 3 pireyên 660 mêtro dirêj û rêyeke hatiye veqetandin ya ku 6,7 kîlomêtroyî jî tê çêkirin.
Xebatên asfaltê yên aliyê çepê yên Tunela T-1ê ya di navbera Yenî Kopru-Dîlektaşiyê da temam bûn ku beriya zivistanê ew ê bê vekirin.
Ji bo temamkirina Tunela T-2yê jî xebat dewam dikin ku rêya qasî 35 deqîqe dajot wê êdî 10 deqîqe bajo.
Walî û Cigirserokê Şaredar ê Hekariyê Alî Çelîk ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan xebat hatine destpêkirin ku ev projeyeke gelek girîng e.
Çelîk diyar kir, du hêmanên sereke yên vê projeyê hene ku yek tunela T1ê ye û ya din jî tunela T2yê ye û wiha axivî: "Ya ku em jê derbas bûn tunela T1ê bû. Bi qasî 4 kîlomêtro dirêj e. Piştî vê tunelê rêyeke dabeşkirî ya 4 kîlomêtro heye. Paşê jî Tunela T2yê heye ku dirêjahiya wê 4 hezar û 600 mêtro ye. Dema xebat temam bibin qismekî 23 kîlomêtroyî wê dakeve 16 kîlomêtroyan."
Çelîk anî ziman ku bi saya van tunelan rêwîtiya 35 deqîqeyan wê dakeve 10 deqîqeyan û spasiya Serokomar Erdogan û Wezareta Gîhandin û Binesaziyê kir.
Çelîk destnîşan kir, beriya zivistanê tunel wê bên vekirin ku ev ji bo bajêr xebereke wek mizginiyê ye û bila li ser xêrê be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.