Tirkiye

Biryar hat dayîn ku Eylem Tok û Tîmur Cîhantîmur îadeyî Tirkiyeyê bikin

- Wezîrê Edaletê Tunç: "Em ê ji bo edalet bi cî bê der barê ku gumanbar ji Amerîkayê îadeyî welatê me bikin da teşebûsên hewce bidomînin"

Sefa Bilgitekin  | 12.02.2025 - Rojanekırın : 12.02.2025
Biryar hat dayîn ku Eylem Tok û Tîmur Cîhantîmur îadeyî Tirkiyeyê bikin

Ankara

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ragihand biryar hat dayîn ku Eylem Tok û Tîmur Cîhantîmurê ku piştî qezaya trafîkê ya li Stenbolê ya bû sedema mirinê çûbûn Amerîkayê û wir hatibûnn girtin, îadeyî Tirkiyeyê bikin.

Wezîr Tunç di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da got ku "Mehkemeya Herêma Massachusettsê biryar da ku Eylem Tok û Tîmur Cîhantîmurê ku piştî lêpirsîna edlî ya ku piştî qezaya li Eyupsultana li Stenbolê ya ku bû sedemamirinê û birîndarbûnê hat destpêkirin derketin dervayî welêt û çûn Amerîkayû û di çarçoveya daxwaza me ya îadekirinê da li Amerîkayê hatin binçavkirin û girtin, îadeyî welatê me bikin."

Tunç got ku "Em ê ji bo edalet bi cî bê der barê ku gumanbar ji Amerîkayê îadeyî welatê me bikin da teşebûsên hewce bidomînin"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.