Tirkiye

Çigdem Aslana ku di nava pêkhateya li Awisturalyayê ya PKKya rêxistina terorê da ye li Stenbolê hat girtin

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 21.09.2024 - Rojanekırın : 22.09.2024
Çigdem Aslana ku di nava pêkhateya li Awisturalyayê ya PKKya rêxistina terorê da ye li Stenbolê hat girtin

Ankara

Çigdem Aslana ku aktîf di nava pêkhateya li Awisturalyayê ya PKK/KCKya rêxistina terorê da cih digire, bi operasyoneke hevbeş a Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê, hat girtin.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat sitandin, Aslana ku hat tesbîtkirin, li Awisturalyayê bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyên rêxistina terorê ya cihêxwaz dibe, maweyeke ji aliyê MÎTê va dihat şopandin.

Agahî hat ku Aslana ku pêwendiya wê bi endamên astbilind ên rêxistinê ra heye, ewê here Awisturalyayê.

Çigdem Aslan bi operasyoneke hevbeş a MÎT û Şaxa Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê (TEM), hat girtin.

Aslana PKK/KCKyî bi biryara dadgehê şandin girtîgehê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın