Tirkiye

Der heqê rêvebirên 20 hesaban ku li ser şewatên daristanan parvekirinên provokatîf kirin da tehqîqatê dest pê kir

Alper Şaşmaz  | 18.08.2024 - Rojanekırın : 20.08.2024
Der heqê rêvebirên 20 hesaban ku li ser şewatên daristanan parvekirinên provokatîf kirin da tehqîqatê dest pê kir

Ankara

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, der heqê 20 hesabên ku li ser medyaya civakî Îzmir di serî da li ser şewata daristanan a li tevahiya welêt parvekirinên provokatîv kirin da tehqîqat hat despêkirin.

Yerlîkaya di parvekirina ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir, di encama xebatên bi destê Serokatiya Daîreya Têkoşîna Sûcên Sîber da hat dîtin ku li ser medyaya civakî hin hesaban der heqê şewata daristanên tevahiya welêt da parvekirinên provokotîf kirin.

Wezîr Yerlîkaya wiha got:

"Rêvebirên 20 hesabên ku parvekirinên bi vî rengî kirin, hatin tesbîtkirin. Di kordîneya Midûriya Giştî ya Ewlehiyê da Serokatiya Daîreya Têkoşîna Sûcên Sîber û Serokatiya Daîreya Ewlehiyê bi midûriyên me yên ewlehiyê ra der heqê rêvebirên 20 hesabên ku parvekirinên provokatîf kirin da tehqîqat dan destpêkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.