Tirkiye

Di êrîşa çekdarî ya li Balişeyhê de Şaredar Hilmi Şen digel şofêrê meqam mirin

Muhammet Fatih Gökmen  | 04.11.2024 - Rojanekırın : 06.11.2024
Di êrîşa çekdarî ya li Balişeyhê de Şaredar Hilmi Şen digel şofêrê meqam mirin

Kırıkkale

Di êrîşa çekdarî ya li Balişeyha navçeya Kirikkaleyê de Serokê Şaredariya Balişeyhê Hilmi Şen digel şofêrê meqam mirin, 3 kes birîndar bûn.

Gumanbar E.Ş, li herêma TOKIyê êrîşa çekdarî bir ser Hilmi Şen (50), şofêrê meqam Mikayil Çelikkol (40), Omer Şengul (42), Koray Kaya (45) û kesekî ku hêj nasnameya wî nehatiye tespîtkirin.

Birîndar piştî midaxaleya ewil rakirin nexweşxaneya Kirikkaleyê.

Ji birîndaran Hilmi Şen û şofêr Çelikkol digel mudaxaleyan mirin.

Tedawiya 3 birîndarên din dewam dike.

Gumanbar E.Ş hat binçavkirin.

Şenê ku di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de ji Partiya Yenîden Refahê hatibû hilbijartin di meha tîrmehê de ji partiyê îstifa kiribû.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın