Di doza cinayeta Narin Guranê da danîşîna ewil bi dawî bû
Diyarbakir
Li Diyarbekirê danîşîna ewil a doza kuştina Narina Gurana 8 salî bi dawî bû ku 4 berşik bi daxwaza cezayê hebsa muebeta girankirî tên darizandin.
Di danîşîna li Dadgeha Cezayê Giran a 8em a Diyarbekirê da ya 3 rojan dewam kir, herî dawî birayê mezin ê tewqûfkirî berşik Enes Guran parastin kir.
Piştî parastina berşik û parêzerên wan, ji danîşînê ra ji bo qederekê navber hat dayîn.
Piştî navberê heyeta dadgehê biryar da ku daxwaza Arif Guranê gilîdar û wekîlê wî û her wiha Baroya Diyarbekirê û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya beşdariya dozê were qebûlkirin, daxwaza birayê mezin Baran Guran a wekî gilîdar beşdariya dozê bike jî were redkirin.
Heyetê her wiha ji ber îhtimala dibe ku birevin, xwe veşêrin û xwe nedin dest, biryara dewamkirina tewqûfbûyîna berşikan da û doz jî bo 26ê Berfanbarê taloq kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.