Di operasyonên "Kuyu-28"ê da 160 gumanbar hatin girtin
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, li 58 bajaran dijî tefecî, sextekar û rêxistinên sûcên malî operasyonên "Kuyu-28"ê hatin kirin û di operasyonan da 160 gumanbar hatin girtin.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, di encama xebatên Midûriya Giştî ya Ewlehiyê, Midûriyên Ewlehiyê yên Bajaran û Midûriyên Şaxa Têkoşîna Sûcên Malî da li 58 bajarên ku Stenbol, Îzmir û Manîsa jî tê da ne, operasyon hatin kirin. Di operasyonan da hat tesbîtkirin ku gumanbaran sûcên "tefecîtî, sextekariya ku zirar daye sazî û sazûmaniyên qamûyê, sextekariya ku zirar daye kesan, di dayîna deyn da sextekarî, di belgeya fermî da sextekarî û li dijî qanûna usûla bacê mixalefet" kirine.
Wezîr Yerlîkaya diyar kir ku 160 gumanbar hatin binçavkirin. Yerlîkaya spasiya hêzên ewlehiyê kir û got ku ew ê nehêlin rêxistinên sûc ên organîze û çete çavên xwe vekin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.