Di operasyonên "Narkoçelik-28"ê da 59 gumanbar hatin girtin
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên Narkoçelîk-28ê yên ku li dijî îmalatkar û firoşkarên hişbirê hatin lidarxistin da 59 şikbar hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê medyaya civakî bi hemahengiya Serokatiya Daireya KOMê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê
Fermandariyên cendirmeyan bi 203 ekîb û 642 personelan herwiha bi wesayitên asîmanî û kûçikên narkotîk li Antalya, Agirî, Diyarbekir, Edîrne, Aydin, Erzirom, Hekarî, Stenbol, Kirklareli, Kocaelî, Mersîn, Samsun, Aksaray, Sêwas, Afyonkarahisar û Tokatê operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da ji 59 gumanbarên ku hatin binçavkirin 40 kes hatin girtin, ji bo 9 kesan biryara kontrola edlî hat dayîn. Der barê gumanbarên din da karûbar didomin.
Di lêgerînan da 2 ton 294 kîlo maddeyên hişbir, 13 milyon û 623 hezar û 127 kok kenevîr û skunk û 2 milyon û 2 hezar û 455 hebên hişbirê hatin desteserkirin.