Tirkiye

Di operasyona DEAŞa rêxistina terorê ya li Stenbolê da 14 bersûc hatin girtin

Zeynep Yeşildal  | 06.03.2025 - Rojanekırın : 07.03.2025
Di operasyona DEAŞa rêxistina terorê ya li Stenbolê da 14 bersûc hatin girtin

Istanbul

 Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 14 gumanbar hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di lêpirsîna deşîfrekirinê ya fealiyetên DEAŞa rêxistina terorê da 20 gumanbar hatin tesbîtkirin. Li gor nirxandinê têkiliyên wan bi herêmên pevçûnê û bi kesên ku li herêmên pevçûnê ne ra hene.

Li gor nirxandinê îhtimal heye ku ev gumanbar li Tirkiyeyê çalakiyan bikin û der heqê wan da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Hêzên asayîşê li 9 navçeyên Stenbolê ser 18 navnîşanên cuda operasyon kirin û di operasyonan da 14 gumanbar binçav kirin.

Ji bo girtina 6 gumanbaran xebatên ekîban dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.