Tirkiye

Di operasyona "Gurzê" ya dijî DEAŞa rêxistina terorê da 182 gumanbar hatin girtin

Huzeyfe Tarık Yaman  | 25.12.2024 - Rojanekırın : 25.12.2024
Di operasyona "Gurzê" ya dijî DEAŞa rêxistina terorê da 182 gumanbar hatin girtin

Ankara

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, di 3 hefteyan da li 22 bajaran dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyonên "Gurz"ê hatin kirin û di van operasyonan da 22 gumanbar hatin girtin.

Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, di 3 hefteyên dawîn da cendirmeyan dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyonên "Gurz-31-32-33"yan kirin û der heqê operasyonan da agahî da.

Yerlîkaya daxuyand, di operasyonan da 182 gumanbar hatin girtin, ji gumanbaran 43 kes hatin tewqûfkirin, ji bo 24 gumanbaran biryara kontrola edlî hat dayîn, kar û barên gumanbarên din jî dewam dikin.

Wezîr Yerlîkaya destnîşan kir, gumanbarên ku di operasyonan da hatin girtin, ji ber sûcên endamtiya rêxistina terorê, ji bo rêxistina terorê dayîna alîkarî û piştevaniyê û peydakirina fînansê, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî kirina propagandaya rêxistina terorê dozgeriyan der heqê wan da lêpirsîn da destpêkirin.

Yerlîkaya diyar kir ku di operasyonên "Gurz-31-32-33"yan da gelek dokumanên rêxistinî û materyalên dijîtal jî hatin bidestxistin. Yerlîkaya serdozgeriyên komarê û ekîbên cendirmeyê yên ku operasyon kordîne kirin, pîroz kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.