Tirkiye

Di Operasyona Gurz-2yê da 4 terorîstên ku di kategoriya tûrenj û gewr da hatin berterefkirin

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 27.07.2024 - Rojanekırın : 27.07.2024
Di Operasyona Gurz-2yê da 4 terorîstên ku di kategoriya tûrenj û gewr da hatin berterefkirin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li Perwariya navçeya Sêrtê di Operasyona Gurz-2yê da 2 jê di kategoriya tûrenj û 2 jî di ya gewr da 4 terorîst hatin berterefkirin.

Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da destnîşan kir ku terorîstên berterefkirî Semra Ayverdiya bi kodnava "Benda Amed" û Seyîthan Sencerê bi kodnavê "Baran Hemlîn" di kategoriya tûrenj, Yakup Nîşo yê bi kodnavê "Sari Îbrahîm" û Bîşenk Durmuşa bi kodnava "Destîna Botan" jî di kategoriya gewr da bûn.

Yerlîkaya di daxuyaniya xwe da got, "Hat tespîtkirin ku terorîst bi tevahî beşdarî 9 çalakiyan bûne ku di wan da 12 wezîdefarên ewlekariyê û 16 welatiyên sivîl şehîd bûne."

Yerlîkaya der barê operasyonê jî dîmen parve kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.