Tirkiye

Di operasyona "Kuyu-17" ya li dijî rêxistina sûcê organîze da 15 şikbar hatin binçavkirin

Abdullah Sarica  | 15.08.2024 - Rojanekırın : 19.08.2024
Di operasyona "Kuyu-17" ya li dijî rêxistina sûcê organîze da 15 şikbar hatin binçavkirin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li Edeneyê di operasyona "Kuyu-17" ya li dijî rêxistina sûcê organîze da 15 şikbar hatin binçavkirin.

Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku di operasyonên navend Edene û li 4 bajaran hatin kirin da rêxistina sûcê organîze ya ku serkirdetiya wê Ahmet Kurt dikir, hat têkbirin.

Yerlîkaya daxuyand ku di operasyonê da Kurt jî di nav da 15 şikbar hatin binçavkirin.

Yerlîkaya anî ziman ku hat tesbîtkirin şikbaran sûcên "talana bipisporî", "xisardayîna mal û milk", "birîndarkirina biqestî", "gefxwarina biçekê" ya li dijî "mixalefeta qanûna ku hejmara wê 6136 e" bi awayekî rêxistinkirî kirine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın