Di operasyona Kuyu-37an da 270 şikbar hatin girtin
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên "Kuyu-37" yên ku navend Edene, li 16 bajaran li dijî rêxistina sûcê organîze ya ku pêşengê wê Ramazan Baygarayê li dervayî welêt e û bi bultena sor lê digerin hat kirin da, 270 şikbarên endamên rêxistinê hatin girtin.
Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da got bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê û Serokatiya KOMê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê va xebat hatin kirin.
Wezîr Yerlîkaya anî ziman ku piştî xebatan navend Edene, li i Stenbol, Enqere, Îzmir, Osmaniye, Mêrsîn, Nîgde, Bursa, Antalya, Şanliurfa, Gazîanteb, Kirklarelî, Batman, Mêrdîn, Mûş û Sakaryayê operasyon hatin kirin û 270 şikbarên endamên rêxistinê yên ku beşdarî 83 cure sûcên cuda bûne, hatin binçavkirin.
Yerlîkaya got der barê şikbaran da ji ber sûcên wek avakirina rêxistinê, teşebusa kuştinê ya bi qestî, birîndarkirin, talankirin, bazirganiya hişbirê, dizî, heqareta li dijî xebatkarên kamuyê û zirardayina malên kamuyê lêpirsîn hat destpêkirin û Yerlîkaya serdozger û polêsên ku operasyon kirine jî pîroz kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.