Di operasyona rêxistina terorê ya Îzmir navend da 13 gumanbar hatin binçavkirin
Izmir
Di operasyona dijî PKK/KCK-YPG/PYDya rêxistina terorê ya ku navend Îzmir e da 13 gumanbar hatin binçavkirin.
Di lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê va tê birêvabirin da bi sûcdarkirina ku li ser navê rêxistina terorê li çolwarê fealiyet dikin û ji ser çapemeniya civakî propagandaya rêxistina terorê dikin der heqê 13 gumanbaran da biryara girtinê hat derxistin.
Bi kordînasyona Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Îzmirê û Midûriya Şaxa Îstixbaratê li Îzmir, Antalya, Kocaelî û Konyayê di heman demê da operasyon hat kirin û 13 gumanbar hatin binçavkirin.
Dest danîn ser gelek materyalên dijîtal û belgeyên gumanbaran.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.