Tirkiye

Di operasyona "Sîberag-1ê" da 35 gumanbar hatin binçavkirin

Şaduman Türkay  | 18.07.2024 - Rojanekırın : 18.07.2024
Di operasyona "Sîberag-1ê" da 35 gumanbar hatin binçavkirin

Ankara

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li 13 bajaran operasyona "Sîberag-1ê" hat kirin û di çarçoveya operasyonê da ji ber sûcên wekî "sextekarî, ketina sîstema înformatîk, behîsên dereqanûnî û li ser înternetê mistehceniya bo zarokan da" 35 gumanbar hatin binçavkirin.

Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku bi koordîneya Serokatiya Daîreya Têkoşîna li Dijî Sûcên Sîber; fermandariya cendermeyê ya bajêr navend Zonguldak li Stenbol, Edene, Enqere, Bursa, Hatay, Kahramanmaraş, Şanliurfa, Batman, Diyarbekir, Gazîantep, Tekirdag û Burdurê operasyon li dar xist.

Yerlîkaya daxuyand ku di çarçoveya operasyonan da 35 gumanbarên ku di hesabê wan ê bankayê da 3 milyar û 600 milyon veguhastina pere hat tespîtkirin hatin girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın