Tirkiye

Di operasyonên "Çember 21"ê da 4 hezar û 491 kesên ku lêgerîna wan hebû, hatin girtin

Yasemin Kalyoncuoğlu  | 19.08.2024 - Rojanekırın : 20.08.2024
Di operasyonên "Çember 21"ê da 4 hezar û 491 kesên ku lêgerîna wan hebû, hatin girtin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, li tevahiya welêt di 5 rojên dawîn da li dijî kesên ku lêgerîna wan heye operasyonên "Çember-21"ê hatin kirin û 4 hezar û 491 firarên ku ji ber çendîn sûcan lêgerîna wan heye, hatin girtin.

Li gor daxuyaniya ku Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, li 81 bajaran di 5 rojan da dijî kesên ku sûcên cuda cuda kirine, operasyon hatin kirin. 4 hezar û 491 kesên ku der heqê wan da qeyda lêgerînê hebûn, hatin binçavkirin.

Ji girtiyan 690 ji ber diziyê, 291 ji ber sextekariyê, 130 ji ber talanê, 118 ji ber kuştina merivan, 128 ji ber sûcê destdirêjiyê, 860 ji ber sûcên narkotîk, 26 ji ber sûcên terorê, 400 ji ber sûcên qaçaxcîtî û organîze û 1848 kes ji ber sûcên din lêgerîna wan hebû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.