Di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê da 210 şikbar hatin qefaltin

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li 49 bajarî di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê da 210 şikbar hatine qefaltin.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku bi hevkariya Serokatiya MÎTê, Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê û midûriyetên ewlehiyên li bajêran, Stenbol, Enqere û Îzmir jî di navê da li 49 bajarî dijî DEAŞê operasyon hatine kirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê da 210 şikbar hatine qefaltin.